Protestoyên li Albanyayê di roja 8'emîn de ne: 300 birîndar

  • 12:20 20 Cotmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NUÇEYAN -Li paytexta Albanya Tîranê, protestoyên li dijî nelirêtî û mercên nebaş ên perwerdeyê yên li zanîngehan di roja 8'emîn de ne. Hate ragihandin ku nêzî 300 kes birîndar bûn.
 
Li paytexta Albanya Tîranê, protestoyên li dijî hikumetê bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dike. Xwepêşandêr dixwazin mercên perwerdeyê yên li zanîngehan bêne başkirin, nelirêtî bi dawî bibe û Serokwezîr Edi Rama îstifa bike. Di navbera xwepêşandêr û polîsan de roja Duşemê şer qewimî.
 
Bi sedan kesên li ber Wezareta Perwerdeyê li hev kom bûn kevir avêtin polîsan, polîsan jî bi ava şid û gaza ku çavan dişewitîne dest li wan werdan. Li gorî medya Albanyayê herî kêm çar xwepêşandêr hatin binçavkirin û polîsek birîndar bû.
 
Banga diyalogê
 
Serokwezîr Edi Rama îdîa kir ku xwepêşandêran bi êrişa li ser saziyên cemaweriyê û polîsan "xeta sor derbas kirine". Di daxuyaniya li ser Facebookê de Rama diyar kir ku xwepêşandan mafek e, lê belê tundî sûc e û got, ji bilî partiyên siyasî yên ku xwe ji van çalakiyan û tundiyê venagirin, ew amade ye bi her kesî re diyalogê bike.
 
Rama diyar kir ku wê 2 hezar û 500 Euro bide her polîsekî li refên pêş ên xwepêşandanan wezîfeyê dike.
 
Nêzî 300 kesî birîndar bûn
 
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, ji destpêka protestoyan û vir ve di şer de nêzî 300 kes birîndar bûn. Du ji sê parên birîndaran polîs in.
 
Rojên dawî hin ji xwepêşandêran zerar dan avahiyên wezaretê, dadgehan, bankayan û kargehan. Roja Yekşemê li pêşiya qereqoleke polîsan û Wezareta Karên Hundir agir hate dadan.
 
Rama ku ji sala 2013'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, îdîa kir ku li pişt bûyerên tundiyê tevgera Antifa û servîsên îstîxbarata biyanî yên girêdayî Rûsya û Îranê hene. Serokwezîr îdîa kir ku bi destwerdanên derve hewl tê dayin ku pêvajoya tevlîbûna Albanyayê li nava Yekîtiya Ewropayê bê astengkirin.