Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

  • 16:26 20 Cotmeh 2026
  • Rojane
KAYSERÎ - Berdana Sermîn Demîrdag ku ji sala 1993'yan ve girtiyê cara 8'emîn hate taloqkirin. Bi vê biryara dawî re bû 3 sal û 9 meh in berdana wê tê astengkirin. 
 
Sermîn Demîrdag ji 13'yê Nîsana sala 1993'yan ve di zindanê de tê girtin û tevî ku ji sala 2023'yan ve cezayê wê xilas bûye jî berdana wê tê astengkirin. Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Kayseriyê cara 8'emîn berdana Sermîn Demîrdag ji bo 6 mehan taloq kir. Bi vê biryarê re astengkirina berdana Sermîn Demîrdag derket 4 sal û 3 mehan.