Pergala darazê di dozên kuştina jinan de çawa dixebite?

  • 09:02 27 Hezîran 2026
  • Hiqûq
 
ENQERE - Parêzer Îrem Esra Altun der barê mirinên bi guman yên jinan û qetilkirina jinan de axivî û got: “Dozger û dadger darizandinek bi bandor nameşînin. Nêrîna ku desthilatdarî afirandiye bandor li her derê kiriye.”
 
Tundiya li ser jinan û qetilkirin bi polîtîkayên bêcezahiştinê ya darazê tê rewakirin. Li gorî çeteleya 5 mehên ewil ya 2026’an 109 jin hatine qetilkirin û 89 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Mirinên bi guman yên jinan nayên ronîkirin û ev wek berdewama polîtîka bêcezahiştinê didome.
 
Parêzer Îrem Esra Komurcu Altun der barê mijarê de axivî û da zanîn ku ji bo darizandin û lêpirsînek bi bandor bê meşandin, têkoşîna rêxistinkirî ya jinan girînge.
 
‘Naxwazin pêşî li tundiyê bigirin’
 
Îrem Esra Komurcu Altun balkişand ser polîtîka bêcezahiştinê û got: “Naxwazin pêşî li tundiya li ser jinan bigirin. Peymana Stenbolê şevekê de fesh kirin. Me li ser vê doz vekirin lê me encamek negirt. Ji ber kesek biryarê dide. Di zemîneke hiqûqî de pêşketin zehmete. Piştî peyamana Stenbolê hinek guherîn kirin. Lê di zemîna darazê de tu bersiva wê tunebû. Em bi daneyan dibînin ku ev yek ne çarseriye. L igorî daneyên KCDP’ê ya sala 2025’an herî kêm 294 jin hatine qetilkirin û 297 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.”
 
Burçak Şîşman piştî çar salan ji komayê derket
 
Îrem Esra Komurcu daxuyakirin ku Burçak Şîşman 4 sal berê bi guman ji şaneşînê de ketibû û got: “Piştî vê Burçak Şîşman ket komayê. Burçak Şîşman çawa çavê xwe vekir û got mêrê pê re zewicandiye ew ji şaneşînê de avêtiye. Em li Tirkiyeyek wisa dijîn. Ev ne ya ewil e. Em jinên ku bi xwîna xwe navê gumanbar li dîwar nivîsine dizanin. Divê mirinên bi guman wek întîxar neyê nîşandan û bûyer neyên girtin.”
 
Îrem Esra Komurcu balkişand ser Ayşe Tuba Aslan ku ji aliyê mêrê dest jê berdabû ve hat qetilkirin û dema hatiye qetilkirin di çenteyê wê de ji 40’î zêdetir biryarên durxistinê û daxwaznameyên gilîkirinê hebûye û got: “Dadgeha herêmî bi hinceta ‘qeydên peyamên ji normalbûnê zêdetir heye’  ji bo gumanbar ji tahrîka bêmaf ceza daxist. Dîsa Ceren Unsal li Enqereyê bi guman jiyana xwe ji dest da. Lêpirsîna der barê dosya wê de di 2024’an de hat vekirin, bi biryara cih ji lêpirsînê re tuneye hat girtin.”
 
Delîl hatin tunekirin
 
Îrem Esra Komurcu Altun dosyaya Yeşîm Akpinar ya li Manîsayê jî hat qetil kirin bibîr xist û wiha anî ziman: “Dosya di asta dadgeriyê de ye. Yeşîm Akpinar bi cigirê komîser re li heman malê dijiya. Ji malê dengê çekê tê. Ev der lojmanên polîsan bû. Tundiya li ser jinê her derê heye. Dizanin ku wê bêceza bimînin. Hevalên wî yên polîs diçin cihê bûyerê çeka hatiye bikaranîn digirin û diçin, çekê paqij dikin û tînin. Me got divê der barê polîs de gilî bêkirin. Niha darizandin didome. Wek dosya Serpîl Findik ya li Îzmîrê hat qetilkirin, dosyayên polîs û peywirdarên cemawerî ji sûcê  peywira xwe nebaş bikaranî  nû vedibin. Em dixwazin ku yên peywira xwe neanîne cih jî bên darizandin. Tirkiye ji bo mêran bûye dewleta derfetê. Em di dadger û dozgeran re nêrîna ‘em çawa dikarin cezayên mêran daxînin’ dibînin.  Mêr jinan dikujin û bê ceza tên hiştin, heman konfora jiyana xwe ya berê didomînin.”
 
Polîtîka desthilatdariyê pêşî li qetilkirina jinan vedike
 
Îrem Esra Komurcu da zanîn ku di 2011’an de Peymana Stenbolê hatiye îmzekirin û wê salê tundiya l ise rjinan kêm bûye û got: “Piştî feshkirinê qetilkirinên jinan, tundiya li ser jinan zêde bû. Polîtîkayên desthilatdariyê rê li ber cînayetên jinan vekir. Dozger û dadger darizandinek bi bandor nameşînin.Nêrîna ku desthilatdarî afirandiye bandor li her derê kiriye. Em dibînin ku têkoşîneke rêxistinkirî çiqas girîng e. Ji ber vê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”