Dengê Wanê: Aştî dê bi azadiya Serokatiyê pêk bê

  • 09:06 4 Hezîran 2026
  • Rojane
WAN - Welatiyên Wanê der barê pêvajoyê de axivîn û diyar kirin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û divê gavên pêwist demildest bên avêtin.
 
Ji bo naskirina mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaz di rojevê de cihê xwe diparêzin û ji bo pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" pêş bikeve banga avêtina gavên şênber tê kirin.
 
Li Wanê welatî derbarê pêvajoya "Aştî û civaka demokratîk" de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Em welatekî bê xwîn dixwazin’
 
Muhabbet Gor da zanîn ku divê dewlet gavê bavêje û piştgiriyê bide pêvajoyê û got: “Em aştiyê, çareseriyê dixwazin. Tu heqê wan tune ye vê bikin. Ev mirov guneh in. Bila çareseriyek bê dîtin. Em welatekî bê xwîn û aştiyê dixwazin. Em azadiya serokê xwe dixwazin. Ew azad be wê aştî jî bê.
 
‘Divê gavên pêwist bên avêtin’
 
Pinar Nazli diyar kir ku ew ji şerê Îranê gelek bandor bûne û wiha domand: “Ger ku pêvajoya aştiyê neçe serî wê şer bê Tirkiyeyê jî. Şerê Îranê pêşiya me digire. Aştî pêk neyê pêşeroja zarokên me li holê ye. Pêşeroja zarokên me tune ye. Divê gavên pêwist bên avêtin.
 
‘Em dixwazin serokê me ligel me be’
 
Hayat Kaba jî wiha got: “Em jiyanek bi hev re dixwazin. Tenê bi hewldana serok nabe. Divê dewlet gavên pêwist bavêje. Bila Abdullah Ocalan azad be û yekitî pêk bê.”
 
Gozel Erdemlî destnîşan kir ku ew aştî û wekheviyê dixwazin û ji bo pêkhatina aştiyê divê mafê hêviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.
 
‘Divê aştî pêk bê’
 
Suheyla Demîr diyar kir ku dewlet li gorî xwe tevdigere û divê di nava yekitiyê de gav bên avêtin. Suheyla Demîr wiha anî ziman: Divê em bên gel hev û aştiyê bi hev re bînin. Divê em li hev bikin û xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin.”
 
‘Bila serokê me azad be’
 
Nurhane Demîr jî wiha got: “Em maf, ziman, nasname û hiqûqa xwe dixwazin. Me bi salan kişand. Em jî mirovin. Em jî mafên xwe dixwazin. Bila mafê me bidin me.”
 
Xezal Hatîpoglu jî wiha anî ziman: “Em aştiyê dixwazin. Em wekheviyê dixwazin. Divê Tirkiye demildest gavê bavêje. Em dixwazin serokê me bê berdan.”