Li Sûriyeya nû têkoşîna jinan
- 09:03 4 Hezîran 2026
- Ji Pênûsa Jinan
"Têkoşîna jinên Kurd niha tenê têkoşîna neteweyekî nîne. Ev têkoşîna hemû jinên ku dixwazin di civakeke azad û wekhev de bijîn e. Ji Kobanê heta Qamişlo, ji Helebê heta Suweyda, dengê jinan dibe dengê azadiyê. Wan bi xwîna xwe nîşan da ku jin ne tenê qurbaniyên şer in; jin dikarin bibin rêber, parêzer û avakerên aştiyê."
Jiyan Gencan
Di Sûriye ya ku bi şer, komkujî û zihniyeta tundrew dixwazin hêviya gelan tune bikin de, jinên Kurd, Ereb, Suryanî û hemû neteweyên din bi yek dengî têkoşînê didin û daxwaza mafên xwe di destura nû ya Sûriyeyê de dikin. Ew daxwaz, daxwaza maf û hêviya hemû jin û gelan e.
Piştî zêdetirî deh salên şer, hilweşîna rejîma Beşar EL-Esed di dawiya sala 2024’an de bû xalek nû di dîroka Sûriyeyê de. Hêzên ku di bin navê HTŞ û komên hevpeymanê de li Şamê bûn desthilat, soz dan ku dê Sûriyeyeke nû ava bikin. Lê di nav gelek gel û komên civakî de, bi taybetî di nav jinan û gelê Kurd de, hîn jî tirs û nezelaliyek mezin heye. Ji ber ku gelek kes dizanin rabirdûya welatekî demokratîk nikare li ser zihniyeta tundrew û desthilatdariya yekreng ava bibe.
Li Sûriyeyê rewşa jinan
Sûriye welatekî pirneteweyî ye. Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Dûrzî, Elewî û gelek komên din bi hev re li ser vê erdê dijîn. Lê şer û pevçûnên siyasî herî zêde jiyana sivîlan û bi taybetî jî ya jinan têk bir. Di van salan de bi milyonan jin koçber bûn, malbat belav bûn, gelek zarok bê dê û bav man û gelek jinên ku bûn qurbaniyên şer, hatin revandin, destdirêjî li wan hat kirin û tundî li wan hat kirin.
Niha jî digel guhertina desthilatê, gelek raporên mafên mirovan nîşan didin ku jin li gelek herêmên Sûriyeyê hîn jî di bin zext, tirs û sînordarkirinê de ne. Li herêmên ku HTŞ û komên nêzîkî wê li ser desthilatê ne, li gelek jinan zextên civakî û olî tên kirin. Di gelek cîhan de li ser cil û berg, tevgera civakî û beşdarbûna jinan ya siyasî zext heye. Herwiha raporên navneteweyî diyar dikin ku revandin û destdirêjiyên li dijî jinan hîn jî berdewam in. Jinên Elewî, Dûrzî û Kurd bûne bûne armanca komên çekdar û tundrew.
Şoreşa Rojava û guhertina rola jinan
Di nav vê tarîtiyê de, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî wek nimûneyeke cuda tê dîtin. Li wir, piştî şoreşa Rojava, jin bûn navenda guhertinê. Modela rêveberiya hevserokatiyê ku jin û mêrek bi hev re berpirsiyarî bûn, di Rojhilata Navîn de bû yek ji tecrubeyên herî girîng. Jinan di siyasetê, perwerdehiyê, aboriyê, parastinê û ragihandinê de cih girtin. Vê modelê nîşan da ku civak bê azadiya jinan nikare azad bibe.
YPJ û berxwedana jinan
Di vê şoreşê de, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn sembola berxwedanê. YPJ’ê ne tenê li dijî DAIŞ’ê şer kir, lê herwiha li dijî zihniyeta ku dixwaze jinan ji civakê dûr bixe jî rawestiya. Di şerê Kobanê, Reqa û gelek deverên din de, şervanên jin bi fedakariyek mezin navê xwe li dîrokê nivîsandin. Cîhanê bi heyranî li wan temaşe kir, ji ber ku jinên bi salan di bin zordariyê de bûn, bûn hêza parastina gel û welatê xwe.
Qonaxa nû û metirsiyên li pêş
Îro YPJ û jinên Kurd ketine konaxeke nû. Piştî avakirina deshilata nû li Şamê, nîqaşên li ser çarenûsa hêzên Kurd û YPJ’ê zêde bûne. Wezereta paristinê ya Şamê, ne razî ye ku jin bi awayekî serbixwe di nav hêzên leşkerî de cih bigirin. Vê yekê di nav jinên Kurd de fikar û nerazîbûnek mezin çêkiriye. Ji ber ku YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê herwiha sembola nasname, azadî û mafên jinan e.
Têkoşîna jinan a ji bo pêşerojê
Li gelek deverên Sûriyê, jin hîn jî ji bo mafên xwe têdikoşin. Jinên Kurd bi taybetî bawer dikin ku bê parastina destkeftiyên şoreşa jinan, rabirdûya demokratîk nikare bê avakirin. Ji ber vê yekê gelek jinên YPJ’yî dibêjin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku mafên hemû gelan û hemû jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de were parastin.
Têkoşîna jinên Kurd niha tenê têkoşîna neteweyekî nîne. Ev têkoşîna hemû jinên ku dixwazin di civakeke azad û wekhev de bijîn e. Ji Kobanê heta Qamişlo, ji Helebê heta Suweyda, dengê jinan dibe dengê azadiyê. Wan bi xwîna xwe nîşan da ku jin ne tenê qurbaniyên şer in; jin dikarin bibin rêber, parêzer û avakerên aşitiyê.
Jin nayên bêdengkirin
Sûriye niha di qonaxeke girîng de ye. Yan welat dê vegere bin zihniyeta tundrew û desthilatdariya yekreng, yan jî dê bi hevjiyana gelan, mafên jinan û demokrasiya rastîn paşeroja xwe ava bike. Jinên Kurd û şervanên YPJ’ê pêşengên vê têkoşînê ne. Wan bi berxwedana xwe peyameke vekirî dan cîhanê û gotin ". Heta ku jin azad nebe, ne Sûriye û ne jî Rojhilata Navîn azad nabe."
Ji ber vê yekê, berxwedana jinên Kurd ne tenê parastina erdekê ye; ew parastina rûmeta mirovahiyê, azadiyê û paşeroja hemû gelan e.







