Modela rêveberiya herêmî wê di 6-7’ê Hezîranê de bê nîqaşkirin
- 09:02 4 Hezîran 2026
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, li ser konferansên jinan ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine lidarxistin, diyar kir ku pêşniyarên ku armanca wan zêdekirina rola jinan di mekanîzmayên biryardanê de ne hatine nîqaşkirin. Leyla Ayaz got ku nirxandin û pêşniyarên ku ji konferansan derdikevin dê di konferansek mezin de ku di 6 -7'ê Hezîranê de li Amedê were lidarxistin, werin temamkirin.
Komîteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 4'ê Nîsanê de pêvajoya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma "Bi Îradeya Jinan Komunan Ava Dikin, Bi Rêveberiyên Herêmî Civakek Azad Ava Dikin" da destpêkirin ku têgihîştina rêveberiyên herêmî yên azadiya jinan berfireh bike. Di çarçoveya vê pêvajoyê de, konferansên jinan hatin organîzekirin, civîn bi yekîneyên siyaseta jinan ên şaredariyan re, bi komele û saziyên jinan re hatin lidarxistin.
Hevşaredara Rezanê ya Amedê Leyla Ayaz der barê konferansan de axivî.
‘Jinan nexşerêya civaka demokratîk nîqaş kirin’
Leyla Ayaz da zanîn ku bi hefteyan konferans pêk anîne û di van konferansan de rola rêvberiyên herêmî, meclîsên jinan û xurtkirina komunan nîqaş kirine û got: “Piştî hilbijartinên herêmî xebatên di du salan de hatine kirin hatin nîqaşkirin. Sala boarî piştî konferansên hatin kirin îsal jî li navend û herêman civîn hatin kirin û encamên hatin girtin wê di konferansa li Amedê ya di 6-7’ê Hezîranê de bê lidarxistin bi encam bibe. Yek ji rojevên esas a konferansê pêvajoya civaka demokratîk bû. Di vê pêvajoyê de rol û mîsyona di rêveberiyên herêmî de, komun, meclîs, meclîsên jinan û komunên jinan hatin nîqaşkirin.”
Jinan rêxistibûna xweser nîqaş kirin
Leyla Ayaz di berdewamiyê de daxuyakirin ku riyên mezinkirina rola jinan a di mekanîzmayên biryarê de nîqaş kirine û wiha bi lêv kir: “Jin hêza ku jiyanê ava dikin, didomînin û diguherin e. Di Pêvajoya civaka demokratîk de jî rol û mîsyona wan hat nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de xurtkirina meclîsên jinan, zêdekirina komunên jinan, tevlibûna jinan a mekanîzmayên rêveberiyên herêmî derket pêş. Di konferansê de bandora qeyûman a li ser saziyên jinan jî hat nirxandin. Kêmasiyên di du salan de hatine kirin, xebatên hatine meşandin hatin nirxandin.”
Leyla Ayaz her wiha diyar kir ku di konferansên pêk hatine de tundiya li ser jinan, têkoşîna li dijî tundiyê, pêşniyarên çareseriyê hatine destgirtin û li dijî tundî û xizaniya jinan peyama têkoşîna hevpar hatiye dayîn.
Li Amedê wê nexşerêya hepvar bê diyarkirin
Leyla Ayaz da zanîn ku nîqaşên di konferansên hatine meşandin de wê di 6-7-8-9’ê Hezîranê de bi konferanseke jinan û yeke giştî berfireh û tevlibûneke mezin bi biryar bibin û bi encam bibin.







