ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2026'AN

  • 09:00 4 Hezîran 2026
  • Rojev
 
*"Têkoşîna jinên Kurd niha tenê têkoşîna neteweyekî nîne. Ev têkoşîna hemû jinên ku dixwazin di civakeke azad û wekhev de bijîn e. Ji Kobanê heta Qamişlo, ji Helebê heta Suweyda, dengê jinan dibe dengê azadiyê. Wan bi xwîna xwe nîşan da ku jin ne tenê qurbaniyên şer in; jin dikarin bibin rêber, parêzer û avakerên aşitiyê." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Welatiyên Wanê der barê pêvajoyê de axivîn û diyar kirin ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û divê gavên pêwist demildest bên avêtin. DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, li ser konferansên jinan ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine lidarxistin, diyar kir ku pêşniyarên ku armanca wan zêdekirina rola jinan di mekanîzmayên biryardanê de ne hatine nîqaşkirin. Leyla Ayaz got ku nirxandin û pêşniyarên ku ji konferansan derdikevin dê di konferansek mezin de ku di 6-7'ê Hezîranê de li Amed were lidarxistin, werin temamkirin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Îlknur alcan got dema ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dayeTirkiyeyê di meha Hezîranê de tije dibe û biryara der barê mafê hêviyê de bê dayîn ne tenê Abdullah Ocalan ji 4 hezarî zêdetir girtî  eleqeder dike. Îlknur Alcan got: “12 sal e têkoşîn tê dayîn. Ji vir şûnde jî em ê bidin.” DÎMEN HEYE
 
*Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Hazal Akarpinar da zanîn ku desthilatdarî bi polîtîkayên ’10 salên Malbat û Nifûsê’ hewl dide jinan hepsê malê bike, LGBTÎ’yan hedef nîşan dide û pergala baviksalar xurt dike. Hazal Akpinar got dewlet bi binpêkirinê, xizanî û tundiya li sre jinan re eleqeder nabe. DÎMEN HEYE