Ji bo aştiyê ya ferz: Hawirek bi bawerî û zimanê aştiyê

  • 09:04 18 Gulan 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Profesora Zanista Siyasetê Ayşe Betul Çelîk ya di ‘Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê’ de cih girt wiha got: “Dema pevçûn destpê dike ya ewil diçe bawerî ye ji ber vê jî divê hawira baweriyê bê avakirin. Divê zimanê aştiyê bê avakirin. Di aştiyê de gelek tişt hene.”
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibata 2025’an de hat kirin hat destpêkirin didome. Di vê pêvajoyê de gelek nîqaş û xebat hatin meşandin. Yek ji van jî Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê ya li Amedê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve pêk hatibû. Di çarçoveya forumê de gelek atolye pêk hatin. Profesora Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Sabanci Betul Çelîk û Parêzer Bîrsen Atakan ku tevli atolyeyan bûn der barê pêvajoyê de axivîn.
 
Di pêvajoya aştiyê de modelek cuda tê tercubekirin
 
Ayşe Betul Çelîk da zanîn ku pêvajoya heyî didome û ev pêvajo ji yên din cudatir e û wiha got: “Ji pêvajoyên din cudatir yekem car gava berdana çekan pêk hat. Piştî ku hawira bêtundî bê afirandin diyalog jî hêsan dibe. Ev wek modelek cuda li Tirkiyeyê tê tercubekirin. Dema hawira bê pevçûn axaftina tiştan jî hêsan dibe. Ji vir şûnde ya divê bê kirin di bin komîsyonên cuda yên li meclîsê tên avakirin de xebat bên meşandin.”
 
‘Divê hawira baweriyê bê avakirin’
 
Ayşegul Betul Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di pêvajoyên aştiyê de rola jinan hîn bi bandortir e û di avakirina aştiyê de rola civaka sivîl girîng e. Ayşegul Betul Çelîk wiha dawî lê anî: “Dema pevçûn destpê dike ya ewil diçe bawerî ye ji ber vê jî divê hawira baweriyê bê avakirin. Divê zimanê aştiyê bê avakirin. Di aştiyê de gelek tişt hene. Ji ber vê beriya her tiştî divê hawira baweriyê bê avakirin.”
 
‘Ji bo aştiyê diyalog pêwist e’
 
Bîsen Atakan jî wiha got: “Çi dibe çi nabe divê bi aşkera bê îzahkirin divê her tişt bi zelalî bê meşandin. Divê ev pêvajo neyê dirêjkirin. Divê jin di vê pêvajoyê de gotina xwe bêjin û hewcedariyên xwe îfade bikin. Bi vî awayî aştî pêkan e. Ji bo aştiyê diyalog pêwist e. Divê pêvajo neyê munîpulekirin. Divê zimanê aştiyê bê avakirin û bê axaftin. Di aştiyê de gelek tişt hene.”