ROJEVA 18'YÊ GULANA 2026'AN
- 09:00 18 Gulan 2026
- Rojev
*Sekretera Neteweyî ya Polîtîkaya Navneteweyî ya OSTA Mayka Solves Estaban got: “Gelek sendîka aştiyê di navbera karkeran de wek şertê ewil dibîne. Şer li gorî çîna karker û an jî etnîkan diguhere. Aştî yekitiya hevkar a karkeran hêsan dike.”
*Karkerên demsalî ku li dijî binpêkirina kedê û xizaniyê têkoşînê didin, beramberê keda xwe nagirin û li dijî gotinên desthilatdariyê jî bi hêrs in.
DÎMEN HEYE
*Profesora Zanista Siyasetê Ayşe Betul Çelîk ya di ‘Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê’ de cih girt wiha got: “Dema pevçûn destpê dike ya ewil diçe bawerî ye ji ber vê jî divê hawira baweriyê bê avakirin. Divê zimanê aştiyê bê avakirin. Di aştiyê de gelek tişt hene.”DÎMEN HEYE
Jinên tevli meşa "Ji bo aştiyê gavê bavêje" bûn, diyar kirin ku bi îradeya Abdullah Ocalan aştî dikare pêk bê û banga statuyê kirin. DÎMEN HEYE
*Eren Keskîn bêsamimiyeta desthilatdariyê ya di gotinên entegrasyonê de rexne kir û got: “Hea bi îdeolojiya fermî neyên rû hev û hesabpirsîna hiqûqî tunebe aştî jî ava nabe.” DÎMEN HEYE







