‘Qetilkirinên jinan polîtîk in’
- 09:02 17 Gulan 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Endama Komeleya Dema Jinan Esra Kiliç da zanîn ku qetilkirinên jinan polîtîk in û got çavkaniya tundiyê polîtîkaya bêcezahiştinê û zîhniyeta serdest a mêr e. Esra Kiliç wih agot: “Divê qanûna 6284 bi bandor pêk bê, li peymana Stenbolê şûnde vegerin.”
Li Tirkiyeyê qetilkirinên jinan û tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û di nîvê sala 2026’an de qetilkirinên jinan gihiştine asteke bi fikar. Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê ya ajansa me 25 jin û zarokek hatiye qetilkirin, 14 jin û zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. Gumanbar piranî mêrê nêzî jinan e. Li dijî tundiya ku her diçe zêde dibe bangên divê qanûn bi bandor pêk bên, dawî li polîtîkayên bêcezahiştinê bên, tên kirin.
Endama Komeleya Dema Jinan Esra Kiliç der barê tundiya li ser jinan axivî.
Jinan ji tundiyê naparêzin'
Esra Kiliç diyar kir ku qetilkirinên jinan polîtîk in û wiha pê de çû: “Tundiya her diçe zêde dibe ne munferît e. Rolên li jin û mêran ên ku tên diyar kirin rê li ber pirsgirêkan vedikin. Sedema vê jî zîhniyeta serdest û pratîka bêcezahiştinê ye. Dema gumanbar sûc dikin, bi cezayên bandor nayên cezakirin. Bêceza tên hiştin. Mijara bêcezahiştinê piranî ji ser sûcên gumanbarên peywirdarên cemawerî tê nîqaşkirin. Jin ji aliyê mêr û malbatan ve tundiyê dibînin. Li dijî vê divê dewlet polîtîkayên bi bandor qanûnên ku jiyanê diparêze pêk bîne. Ji bo rolên zayenda civakî bên guhertin divê polîtîka bên hiblerandin. Lê mixabin em vê nabînin. Heta berovajî vê em bi desthilatdariyeke ku mufretadata perwerdehiyê ya li ser malbatê disekine, malbatê esas digire derdixe re rû bi rû ne. Sala malbatê tê îlankirin û der barê ku jinan ji tundiyê biparêzin tu xebat nayên kirin.”
Qanûna 6284
Esra Kiliç balkişand ser Peymana Stnebolê û got di şevekê de peyman hatiye feshkirin û wiha bi lêv kir: “Vê nêrînê wekê ku hewce bi peymanê tune^ye afirand. Ji xwe baş pêk nedihat, lê bi vekişîna ji peymanê re bandoreke êdî ne girîng e hat afirandin. Piştî îmzekirina Peymana Stenbolê, qanûna 6284 jî hatibû derxistin. Vê destê jinan xurt kiribû. Lê bi vekişîna peymanê re di darazê de helwestek din hat bicihkirin.”
‘Polîtîkaya bêcezahiştinê’
Esra Kiliç diyar kir ku ji bo pêşîgirtina tundiyê divê gumanbar bên darizandin û ji bo pêşîgirtina tundiyê divê ji bo jinan piştgiriya aborî û civakî bê dayîn. Esra Kiliç di vê mijarê de jî wiha got: “Divê mekanîzmayên parastinê-pêşîgirtinê yên wek navendên piştevaniyê bên avakirin. Divê ev sazî bi zimanê dayikê xizmetê bidin jinan. Em dibînin ku di cemawerî û şaredariyan de bi Kurdî xizmet nayê dayîn. Mînaka herî bi êş Fatma Altinmakas e. Ji ber Tirkî nizane û serlêdana nikare bike tê qetilirin. Ligel vê polîtîkayên perwerdehiyê, zimanê çapemeniyê û gotinên peywirdarên cemawerî cesaretê didin gumanbaran. Ev gotinên dijminahiya jinan dikin, tundiyê jî diafirînin û rê li ber kuştinan.”
Esra Kiliç di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Vekişîna ji peyamana Stenbolê, îlankirina sala malbatê û astengkirina nîqaşkirina têgehên zayenda civakî çandekê li darazê bi cih dike. Dema ev nêrîn bên bicihkirin, qanûna 6284 jî bi bandor pêk nayê. Divê qanûn bi bndor pêk bê. Qetilkirinên jinan û bidawîbûna tundiyê bi têkşoîna jinan û saziyên jinan yên bi salane dimeşin wê bikaribe ji holê bê rakirin.”







