KNK: Divê Kurdî were parastin û xurtkirin

  • 10:21 14 Gulan 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî banga parastin û xurtkirina zimanê Kurdî kir. KNK’ê diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê dayîkê bi awayekî qanûnî were misogerkirin û qedexe û zextên li ser Kurdî şermezar kirin.
 
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Naveroka daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî ye:
 
 ‘’Di vê serdema ku gelê Kurd li Kurdistan û seranserê cîhanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike de, ev pîrozbahî di heman demê de peyameke nûkirin, xwedîlêderketin û jinûvemisogerkirina aîdiyeta neteweyî û nasnameya Kurdî ye. Di heman demê de jinûveîlankirina Kurdbûnê ye. Ji ber vê yekê ji dayikên Kurd ên pêşeng, mamoste û perwerdekeran re pêşkêşkirina pîrozbahiyên germ û pîrozkirina vê cejnê ya li gel hemû gelê Kurd serfiraziyeke mezin e.
 
Desteya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di sala 2009’an de 15’ê Gulanê weke Roja Zimanê Kurdî îlan kir.  Ji ber ku di 15’ê Gulana 1932’yan de yekem hejmara Kovara Hawarê li gel tîpên bi Kûrdî û Latînî hate weşandin. Ev peyama me nayê wateya biçûkdîtina nirx û girîngiya kovara Hawarê. Weşandina Hawarê, di dîroka neteweyî ya Kurd û têkoşîna pêşketin, edebiyat, ziman û çandê de xaleke pir girîng e.  Divê hemû Kurd li gel vê yekê serbilind bin.
 
Piştî ku li ser vê yekê 17 sal derbas bûn, 15’ê Gulanê her sal weke Roja Zimanê Kurdî yan Cejna Zimanê Kurdî hatiye pîrozkirin, di salnameya Kurdî de cihê xwe girtiye û bi demê re awayekî standart bi dest xistiye. Her çend ji aliyê hin nivîskar, rewşenbîr û entelektuelên Kurd ve hatibe rexnekirin û bûye mijara nirxandinê jî êdî gihaye xaleke ku nikare were redkirin. Ji ber vê yekê di desteya giştî ya îsal ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de dema jinûveanalîzkirin û nirxandina biryarê hatiye. Bi vî awayî ev roj dikare li hemû Kurdistanê bibe Cejna Zimanê Kurdî ya hevpar û bi hemû zarava û awayên nivîsandinê tê pîrozkirin.
 
Bi berçavgirtina dîroka dirêj a peyv, rêzik - beyt û şaheserên tijî evîna zimanê Kurdî ku bi mîstîsîzma Baba Tahir Uryan dest pê kir û bi dubeytên helbestên wî bingeha hestê nazik û resenayetîya Kurdî danî. Paşê, Cizîrî, Herîrî û Feqiyê Teyran bi zimanê helbestê rûmet dan zimanê Kurdî, da ku li kêleka zimanên zindî bisekine. Xanîyê Mezin, bi şahkarên xwe "Mem û Zîn" û "Nûbihara Zarokan" ne tenê ferhengek nivîsand, lê di heman demê de bingeha perwerde û netewesazî ji bo zimanê Kurdî danî.
 
Dibistana Baban, bi pêşengiya sêgoşeya Goran (Nalî, Salim, Kurdî), zimanê Kurdî ji zaravayê herêmî yê Goranî veguherand zimanekî wêjeyî yê bihêz ku dikare wêneyên helbestî yên herî tevlihev derbibire. Di heman demê de, Hacî Qadirê Koyî hat û banga bikaranîna ziman wekî çekeke ji bo rizgariya neteweyê, daxwaza pêşkeftina civakî û zanistê kir. Mehwî bi mîstîsîzmê, Mewlewî bi hewesa Hewramî û Herîrî, Batayî û sêgoşeya Bahdînan, şêxên Birifkan dewlemendiya zaravayên Kurdî veguherandin tabloyek rengîn ya zimanê Kurdî. Ev tîp û peyv di rûpelên dîwanan bûn leyz û amûrên rojnamegeriya Kurdî. Ji rojnameya Kurdistan li Qahîreyê, dû re Rojî Kurd, Galawej, Hawar û yên din bigire heya rojnameya Komara Kurdistanê li Mehabadê, zimanê Kurdî ketiye serdema nûjenîyê û hemû jî taca bedewî û rûmeta neteweya Kurd in.
 
Ziman bingeha nasnameya gelê Kurd e û divê were parastin û xurtkirin. Ji ber vê yekê ziman ne tenê meseleya gihandinê ye! Belkî ew pirsa hebûn û windabûnê ye. Îro ziman bûye welatek ku her Kurdek lê kom dibe û nasname û kesayetiya xwe ya neteweyî destnîşan dike. Ji bo xurtkirina vî welatî û parastina wî ji tunebûnê, pêwîst e:
 
Li ser asta malbatê, wekî bingeha parastina ziman, divê dibistana yekem li wir dest pê bike û bi zimanê dayikê biaxivin. Vejandina çanda devkî bi rêya çîrokbêjiyê wê hingê zarok bi hestyarî bi zimanê xwe ve girêdayî dimîne.
 
Asta perwerdehiyê, her çend ev mafek bingehîn e û divê bi fermî perwerdehiya bi zimanê Kurdî were kirin, nemaze niha li rojavayê Kurdistanê piştî pêşketin û guhertinên li Sûriyeyê, perwerdehiya bi zimanê dayikê bi fermî di destûra nû de bête misoger kirin. Li bakurê Kurdistanê jî pêvajoyek aştiyê heye. Divê mijara zimanê Kurdî bi rêya destûrê di pêvajoya perwerdehiyê de cih bigire.
 
Xebat ji bo nêzîkkirina zaravayên cûda yên Kurdî û karanîna deswaje û peyvên Kurdî li şûna deswaje û peyvên biyanî, sûd jibi zaravayeke Kurdî bê girtin.
 
Bikaranîn û xurtkirina zimanê Kurdî di teknolojiyê û medyaya civakî de wekî derfetek, îro serdema pêşketina teknolojîk û medyaya civakî ye. Ger em dixwazin zimanê me bijî, divê ew bikeve cîhana dîjîtal. Nivîsandina babet û gotarên zanistî, wêjeyî, felsefî, hunerî, hwd. bi Kurdî li ser Wîkîpediya û malperan û çalakkirina wan di torên zîrekiya destkird de.
 
Li ser astên saziyî û hikûmetê, bi taybetî li başûr û rojavayê Kurdistanê, divê zimanê Kurdî zimanê yekem be ji bo nivîsandin û danûstandinên fermî yên rojane li ofîs û navendên karsaziyê. Her wiha siyaseteke xurt û karaya plana zimanî hebe.
 
Bi vê boneyê, em li Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya ya KNK'ê, êrişên şovenîstên Ereb ên hefteya borî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî tabelayeke fermî ya li ser fermangeha dadê ya bajêr ya bi zimanê Kurdî şermezar dikin.
 
Her wiha em biryara hikûmeta Tirkiyeyê ya qedexekirina xutbeyên dînî yên roja Înê bi zimanê Kurdî li mizgeftên  bakurê Kurdistanê şermezar dikin.
 
Şermezarî ji bo biryarên li dijî zimanê Kurdî yên Komara Îslamî ya Îranê digire û tenê zimanê Farisî bi fermî li ser hemû qadên çandî û civakî û gelê rojhilatê Kurdistanê ferz dike û di destûra xwe de qanûnî dike.
 
15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz be û têkoşîna gelê me ya ji bo mafên xwe yên rewa serkeftî û serfiraz be.’’