ROJEVA 14'YÊ GULANA 2026'AN

  • 09:00 14 Gulan 2026
  • Rojev
 
*Hevseroka Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Avesta Kurdiye Irgat bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî nirxandin kir û da zanîn ku Kurdî bi salan e bi polîtîkayên zext û asîmîlasyonê re rû bi rû dimîne. Kurdiye Irgat wiha got: “Ger ku gelek bi zimanê xwe di qada jiyanê de azad nebe, ne pêkan e ku ew gel azad û aram be.”
 
*Endama însîyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Eyşe Efendî, diyar kir ku divê dewleta Tirk gavan bavêje û got: " ji bo serkeftina pêvajoyê divê gavên şenber bên avêtin." DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Aştiyê yên li Enqereyê bi partiyên siyasî re der barê pêvajoyê de hevdîtin kirin, diyar kirin ku ji bo pêvajo baş bimeşe sererastkirinên qanûnî û gavên şênber şert in. DÎMEN HEYE.
 
* Arzu Kaya ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî Kadîr Agsar ve tundiya fîzîkî, psîkolojîk û aborî dît, banga piştgiriyê li rêxistinên jinan kir. BI DÎMEN
 
*Hevsreoka Egîtîm Sen a Wanê Funda Demîr Bozkurt, got bi qedexeyan û peywirdarkirina polîsan a demokî pêşî li çareseriya tundiya li dibistanan nayê girtin û got: “Çavkaniya tundiyê, polîtîkayên dij-demokratîk û piyasayê ye. Divê modela perwaerdehiya demokratîk û azad bikeve jiyanê. Aştiya civakî divê ji dibistanan dest pê bike. DÎMEN HEYE