Şahidiya jina ku baweriya xwe azadiyê winda nekiriye

  • 09:04 11 Adar 2026
  • Rojane
Roger Rojiyan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Eyno ku sê zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kir, tevî hemû êş û zextan baweriya xwe ya bi azadiyê winda nekir.
 
Li Kurdistanê bi hezran jinên di têkoşîna azadiyê de pêşengiyê dikin hene. Yek ji van Ayn Zelîha Agaç bi navê din dayika Eyno ye. Dayika Eyno li gundê Curnê Reş hatiye dinê, 3 zarokên wê di têokşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane du zarokên wê bi salan di girtîgehê de mane. Zarokek wê û du neviyên wê hîna di têkoşîna azadiyê de ye.
 
Ayn Zelîha Agaç (Dayika Ayno) der barê têkoşîna xwe de û şahdiyên kiriye de ji ajansa me re axivî. Ayn Zelîha Agaç wiha vegot: “Navê min di nasnameyê de Ayn Zelîha ye. Di 1953’yan de li Curnê Reş hatim dinê. Malbata min ji gundê Kolhîsar a Xinûs a Erziromê hatine aliyên Amed û piştre jî hatine Curnê Rewş a Rihayê. Bavê min kesekî navdar û xurt bû. Bi stranên xwe bû dengê gel. Klam digot. Tiştên dihat serê Kurdan bi stranan vedigot.Li gund di pevçûnekê de bavê min hat qetilkirin. Min temenê biçûk de dê û bavê xwe winda kirin. Ez bi Îsmal re zewicîm. Kurê eşîra Dodukan bû. Îsmaîl li hember min her tim rêzdar bû. Zewaca me jî ji ber vê bi hezkirin û rêzdarî derbas bû.”
 
‘Me cara yekem bihist ku zilm ne qedere’
 
Ayn Zelîha Agaç behsa têkoşînê kir û  wiha got: “Kurê min Mehmet Agaç tevli têkoşîna azadiyê bû. Kurê min ciwan bû. Zila dewletê dît. Mehmet heval naskirin. Piştre hatin mala me. Bûn mîvan. Me biryarbûna wan dît. Min fêm kir. Tirsa wan tunebûn. Bêdeng lê bi biryar bûn. Pir neaxivîn. Ne hevaltiyek ji rêzê bû.  Hêvî dan me. Mala me guherî. Zimanê sifreya me guherî. Min dayiktî kir. Ew bûn ewladên min. Mala me ne tenê malek bû. Rawestgehek bû. Me cara yekemîn bihist ku zilm ne qedere. Li Curnê Rewş kesî nikaribû bigota ‘Kurdistan’. Divê cesaret hebûna. Kurê min Mehmet û hevalên xwe gund bi gund digeriyan û ji gel re digotin ‘Gelê Kurd wê azad bibe, ev der Kurdistane.’”
 
‘Têkoşîn bêdeng lê mayînde ket jiyana me’
 
Ayn Zelîha Agaç daxuyakirin ku têkoşîn bi dilê kurê wê Mehmet ketiye mala wan û wiha pê de çû: “Em jî li pişt wî dilê bûn. Têkoşîn wisa ket jiyana me: Bêdeng lê mayînde bû. Me fêm kir ku van ciwanan derdê vî gelî ji xwe re kirine derd. Zext hebûn tirs hebû lê vê tirsê şûnde bi me gav neda avêtin. Em xurt bûn. Bi parvekirinê em mezin bûn. Me dilê xwe vekir. Me mala xwe vekir. Min ev wisa ji zarokên xwe re jî vegot. Ev têkoşîn hema wisa di rojekê de nehat. Bi demê re û hêdî hêdî. Kurdistan wek namûsê vegotin. Digotin em axa û dewletê qebûl nakin. Piştre yek ji nav wan derket û deng da: Abdullah Ocalan bû. Dema Kurdistan vegotin wiha digotin ‘Kurd bimrin Tirk jî ne qazadin. Jin koletin mêr jî kêm in.’ Fikra Kurdistanê ev bû. Ev têkoşîn ne ji bo axê, ji bo mirovahiyê bû.”
 
Ayn Zelîha Agaç diyar ku wan deman jiyana li Curnê Reş, li Sêwregê ne hêsan bû wiha pê de çû: “Çete hebûn. Dewlet hebû. Lê piştî tevgerê hewa guherî.”
 
‘Zarokên min xwedî wijdan, wêrek û jîr bûn’
 
Ayn Zelîha Agaç behsa zarokên xwe kir û ev tişt bi lêv kir: “Zarokên min di zarokatiya wan de jî seknek wan hebûn. Dema diaxivîn her kes bêdeng dibû. Li dijî neheqiyê bêdeng nediman. Kurê min Mehmet li taxê gelek dihat hezkirin. Derdê mirovan guhdar dikir. Kurê min Ahmet (Şukru)  pir hestiyar bû. Kurê min Hasan pir çalak bû. Mehmet jîr bû, Ahmet xwedî wijdan bû, Hasan wêrek bû. Ez zarokên xwe wisa dizanim. Zarokên min li dijî zilmê bêdeng neman. Ewil Mehmet û piştre Ahmet û Hasan. Riya wan cudabû lê cihê ku ew dianîn gel hev heman tişt bû: Rûmeta Kurdistanê bû. Me bedelên giran dan. Kezeba min pir şewitî. Her cara derî lêdida xof li min çêdibû. Bi şev her deng wek agahiyekê dihat dîtin.  Em surgun bûn. Du kurê min hatin girtin. Kurekî min li çiya bû. Lê tevî vê bedela giran me serî netewand. Min baweriya xwe winda nekir.”
 
‘Em di rêya zarokên xwe de bûn’
 
Ayn Zelîha Agaç daxuyakirin ku piştî kurê wê Mehmet jiyana xwe ji dest dide tu tişt wek berê namîne û wiha dirêjî dayê: “Min kurê xwe ne wek lehengekî wek mirovekî vdigot. Ji ber Mehmet ji bo mirovahiyê di vê rê de meşiya Min ev ferq kir ger ewladek bikeve axê di riya rast de be gel jî li pişta wan e. Ev rê ne tenê riya çiyane. Ev rê heman demê de riya bêdeng a hezaran dayikane. Em surgunkirin, lê dilê me ji cihê wê ranekirin. Dema kurê min Hasan çû me her tişt dizanibû, me zindan, surgun, îşkence he rtişt dizanibû. Bavê wî digot ‘ev rê bedelê dixwaze’.  Hasan li pey xwe du zarok û  hevjîn û dayika xwe hişt. Lê min ev dizanibû li ser vê axê zarok ne azad bin tu bav nikaribûn li mala xwe bisekinin. Piştî çûyîna wî barê me berpirsyariya me zêde bû. Min bi demê re fêm kir: Çiyan kurê min ji min negirt ew kir ewladê vî gelî. Ez wek dayikekê min têkoşîna zarokên xwe meşand û di rêya wan de bûn. Zarokên me mirin tercîh nekirin.Zarokên me serî tewandin tercîh nekirin.”