ROJEVA 13'YÊ KANÛNA 2025'AN
- 09:00 13 Kanûn 2025
- Rojev
* Hizne Alsan ku 10 sal e li cenazeyê keça xwe ya di qedexeyên derketina derve ya li Cizîrê hat îlankirin de hat qetilkirin digere wiha got: “Aştî yek alî nabe. Divê hemû kes xwedî li pêvajoyê derkeve.” BI DÎMEN
* Hasret Ergîn da zanîn ku jîneolojî ne tenê nîqaşên akademik ku di navenda veguherîna civakî de bicih bûye û got: “Di jiyana civakî de aştî, wekhevî û azadî bi perspektîfa navendî ya jinê dikare kûr bibe.” BI DÎMEN
* Hevberdevka Eko-Der ya Wanê Dîlek Akdag da zanîn ku ji 128 çavkaniyên avê yên Gola Wanê xwedî dikin niha tenê 38 heb diherikin û got di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de divê aştiya ekolojîk pêk bê û got: “Divê em ekolojiya civakî ji mirovan re vebêjin. Ji bo vê divê li gund, taxan komunên ekolojiyê û atolyeyên ekolojîk pêk bên. Hedefa me pêkanîna van e.” BI DÎMEN
*Akademîsyen Arzu Yilmaz da zanîn ku dîaspora Kurd xwedî potansiyeleke mezine û got pirsgirêka Kurd carê ji bo civaka navneteweyî wek mijarên pevçûnên din nebûye mijara esas. Arzu Yilmaz balkişand ser aştiya Kurd-Tirk a ku zêde di rojeva navneteweyî de nayê dîtinê. BI DÎMEN
* Hunermend Dîlan Cudî ku bi murekep, kahwe û xweziyê wêneyan çêdike û wiha bi lêv kir: "Li girtîgehan berxwedaneke pir alî heye. Rewşa berxwedana beden, zîhn û hişmendiyê heye li girtîgehan. Azadî di berxwedana beden û hişmendiyê de veşartiye.” BI DÎMEN







