Nêrgis Mihemedî dîsa hat binçavkirin

  • 18:52 12 Kanûn 2025
  • Rojane
Aktîvîst û rojnamevana Îranî Nêrgiz Mihemedî ya ku piraniya bîst salên dawî ji ber sûcên siyasî li welatê xwe di girtîgehê de derbas kiriye, careke din hat binçavkirin.
 
Li gorî daxuyaniya komîteya piştgiriyê Nêrgis Mihemedî 12’ê Kanûnê roja Înê careke din hat binçavkirin.
 
Nêrgis Mihemedî ku berê gelek caran bi sûcdariya "propagandayê" hat darizandin û girtin, vê dawiyê fikarên xwe li ser îhtîmala êrîşa fîzîkî anîbû ziman.
 
Rojnamevan û çalakvana 51 salî ji ber "têkoşîna wê ya li dijî zordariya Îranê ya li ser jinan û hewldanên wê yên ji bo maf û azadiyên mirovan a bi biryar“ ji hêla Komîteya Nobelê ve hatibû xelatkirin. Tevî vê yekê jî Nêrgiz Mihemedî li Îranê hîn jî dibe hedefa zordariyê.
 
Nêrgis Mihemedî li Girtîgeha Evînê ya Tehranê dihat girtin, di serê meha Kanûnê de bi awayekî demkî hatibû berdan.