
Derbarê daxuyaniya ji bo Oznûr Deger de lêpirsîn
- 12:36 16 Sibat 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Derbarê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ku li dijî lêdan û binçavkirina rojnameger Oznur Deger daxuyanî dabû, bi îdiaya "Gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye" lêpirsîn hat vekirin.
Der barê daxuyaniya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ya li dijî Rêvebera JINNEWS'ê Oznur Deger ku di 7'ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hat binçavkirin û girtin lêpirsîn hat vekirin. Der barê Mûrûvvet Çam ê ku metna çapemeniyê ya daxuyaniya platformê ya di 8'ê Sibatê de ji bo şermezarkirina girtina Oznur Deger li Parka Karayollari xwend de bi hinceta "Gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye" lêpirsîn hat vekirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de Mûrûvvet Çam birin emniyetê û îfadeya wê hat girtin. Hate diyarkirin ku ji Mûrûvvet Çam pirsên weke kê çalakiya protestoyê organîze kiriye û kê xwestiye ku metna çapemeniyê bixwîne hatine kirin.