
Tê payîn ku beriya Newroza Amedê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin
- 19:04 13 Adar 2025
- Rojane
ENQERE - Tê payîn ku beriya Neroza Amedê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
Heyeta Îmraliyê ku ji 7 kesan pêk tê û hevserokên giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî tê de heye 27’ê Sibatê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Abdullah ocalan hat ragîhandin. PiştÎ bangê PKK’ê agirbest îlan kir.
DEM Partî ji bo bang civakî bibe biryar girt ku herî kêm li 101 bajar û navçeyî hevdîtinên gel pêk bîne. DEM partiyê bi partiyên CHP, Saadet, Gelecek, TÎP, Ked, Deva û her wiha partiyên siyasî re hevdîti kir.
Heman demê de wê DEM Partî 17’ê Adarê de bi AKP’ê re hevdîtinê bike û piştî vê jî tê payîn bi serokomar Erdogan re hevdîtin bê kirin.
Her wiha li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) piştî van serdanan tÊ payîn ku heyet bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.