Rapora Girtîgehan: Mafên girtiyan tên binpêkirin

  • 14:39 13 Adar 2025
  • Hiqûq
 
AMED - Baroya Amedê, Şexên ÎHD, OHDê yên Amedê û MED TUHAD-FED'ê rapora binpêkirina mafên girtiyan ên li girtîgehên herêmê aşkere kir. Saziyan di raporê de destnîşan kirin ku girtiyan sirgûnî girtîgehên dûrî malbatan dikin û mafên wan ên civakî bi sînor dikin.
 
Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Şaxa Komelaya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Komeleya Piştevanî û Alîkariya ya bi Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran ya Amedê (TUAY-DER) a Amedê li Baroya Amedê ‘Rapora Girtîgehên Herêmê’ aşkere kirin. Nûnerên Baroya Amedê, ÎHD OHD û TUAY-DER'ê tev li daxuyaniye bûn. Sekretere Komîsyona Girtîgehê ya Amedê Ahmet Guler rapor xwend. 
 
Ahmet Guler diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya girtîgehan dike û got: “Birêz Abdullah Ocalan 26 sal in di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev tecrîd li hemû girtîgehên din belav bûye. Divê tecrîd rabe û mafê hêviyê bê dayîn. Divê Abdullah Ocalan û hevalên wî yên Îmraliyê hevdû azad bibin.
 
Ahmet Guler destnişan kir ku wan li girtîgehên Tîpên L, T û Ewlehiya Bilind û girtîgehên jinan ên Amed, Xarpêt, Erzîncanê lêkolîn kirine û wiha got: “Me li 16 girtîgehan nêzî 40 hevdîtin pêk anîn. Di encama van hevdîtinan de hat tespîtkirin ku binpêkirina mafan pir zêde bûye.
 
Ahmet Guler, anî ziman ku li gorî tespît û çavdêriyên wan li Girtîgehên Hejmar 1-2 ên Ewlehiya Bilind û girtîgehên Tîpa T, L yên Xarpêt, Erzîngan û Amedê sewqê rewîran dereng tên kirin û girtî dereng têne dermankirin. Ahmet Guler, da zanîn ku kirtasiyên ku bi kargo ji girtiyan re tên şandin teslîmî girtiyan nayên kirin û wiha got: “Dîsa mafên girtiyan ên civakî têne bi sînorkirin. Girtiyan sewqî girtîgehên ku durî malmata wane dikin. Girtî rastî îşkence û muameleyên xerab tên. Xwarina ku didin girtiyan bê qalîte ye. Girtî nikarin bi girtiyên di heman girtîgehê de têkêvin têkiliyê. Kargoryên ku malbat ji girtiyan re dişînin nadin girtiyan. Nameyan bi buhayê kargo dişînin. Alavên ku malbat dişînin nadin girtiyan.”
 
Ahmet Guler, da zanîn ku xwarina didin girtiyan bê qalîte ye û kevn û ev agahî parve kirin: “Girtiyan dema sewqî nexweşxaneyan û dadgehê dikin, li dijî pîvan û sinc li ser girtiyan lêgerînê dikin. Gelek caran dest datînin ser alav û amûrên girtiyan. Pirtûk û kovarên ku qetdexeya wan tune jî bi awayakî keyfî nadin girtiyan. Nayên girtiyan bi awayekî keyfî sansur dikin. Li dijî pîvanan bi keyfî cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Mafê hevdîtina bi girtiyên din re tê sînorkirin. Daxwaza girtiyan a guhertina menzelan tê redkirin. Nameyên ku bi kurdî ji girtiyan re tê şandin bi qasî 4-5 mehan tên rawestandin. Di lêgerînên rûtîn de zerarê didign alav u amûrên girtiyan. hin girtiyan di yek hucreyê de didin girtin.
 
Li girtîgeha Erzîncanê hemû girtiyan saetekê derdixin hewşê. Hemû girtî di hucreya yek kesî de têne girtin. Li ruxmê girtîgeha Erzînganê menzel ji bo 3 kesan in jî disa girtiyan di hucreyan de didin ragirtin. Girtiyên bi sevqe diçin gelek alav û amûrên wan têne desteserkirin. Girtî neçar dimînin ku ji nûve alavan ji kantinê bikirin. Pirtûkên girtiyan bi 15 heban têne bi sînorkirin.
 
Ahmet Guler anî ziman ku li Girtîgehên Xarpêtê ji binpêkirina mafan gelek zêde ye û binpêkirinên li Xarpêtê wiha rêz kir: “Girtîgeh li pirsgirêkên girtiyan guhdar nake. Gelek caran li ser hev li menzelên giriyan lêgerînê dikin. Qanalên TV yan pir kêm in. Xwarina girtiyan bê qalîte ye. Girtiyan bi kelepçeyan derdixin mûayineyê. Hevdîtina malbatan 45 deqiye ye. Lê di hevdîtinên vekiri yên roja înê de li ser giriyan zêde lêgerînê dikin.
Girityên nexweş ji 4-5 mehan carekê sewqî nexweşxaneyê dikin. Girtî nikarin ji mafên xwe yên çandî û civakî sûdê bigirin.
 
Ahmet Guler xwest rêveberiya girtîgehê li gorî mevzûatên zagonî û navneteweyi tev bigere û mafê hemû girtiyan ên zagonî biparêze.