Derbarê daxuyaniya ji bo Oznûr Deger de lêpirsîn 2025-02-16 12:36:51   MÊRDÎN - Derbarê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ku li dijî lêdan û binçavkirina rojnameger Oznur Deger daxuyanî dabû, bi îdiaya "Gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye" lêpirsîn hat vekirin.   Der barê daxuyaniya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ya li dijî Rêvebera JINNEWS'ê Oznur Deger ku di 7'ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hat binçavkirin û girtin lêpirsîn hat vekirin. Der barê Mûrûvvet Çam ê ku metna çapemeniyê ya daxuyaniya platformê ya di 8'ê Sibatê de ji bo şermezarkirina girtina Oznur Deger li Parka Karayollari xwend de bi hinceta "Gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye" lêpirsîn hat vekirin.    Di çarçoveya lêpirsînê de Mûrûvvet Çam birin emniyetê û îfadeya wê hat girtin. Hate diyarkirin ku ji Mûrûvvet Çam pirsên weke kê çalakiya protestoyê organîze kiriye û  kê xwestiye ku metna çapemeniyê bixwîne hatine kirin.