Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi AKP’ê re hevdîtin kir

  • 19:12 13 Adar 2025
  • Ramyarî
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu got: “Hevdîtina ku me bi heyeta jinan a Partiya AKP’ê re kiriye bi giştî erênî derbas bû.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde, serdanên rêxistinên jinan yên partiyên siyasî da destpêkirin û serdanê îro jî berdewam kir.
 
Di roja duyemîn a serdanê de, serdana bi AKP’ê re pêk hat. Heyeta ku ji berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, endama kordînasyona jinan Fatma Koçyîgît pêk dihat ji aliyê Ozlem Zengîn ve hat hewandin. Serokwekîla koma AKP’ê Ozlem Zengîn, Leyla Şahîn Usta û seroka baskê jinan a AKP’ê Tugba Işik Ercan heyet pêşwazî kirin.
 
Hevdîtina saet di 16.30’an de destpê kir nêzî saetekê berdewam kir.
 
Halîde Turkoglu der barê hevdîtinê de axivî û got hevdîtin bi giştî erênî derbas bûye.