Gelê Pirxûsê li dijî GES'ê bi rojan e li ber xwe dide

  • 20:12 15 Hezîran 2026
  • Ekolojî
BESLÎS - Welatiyên bajarokê Pirxûs ê navçeya Xelata Bedlîsê ji bo protestokirina projeya GES'ê ku tê xwestin li ser merayên wan bê çêkirin, meşiyan û bertek nîşanî projeya GES'ê dan.
 
Li bajaroka Pirxûsê ya navçeya Xelat a Bedlîsê, welatiyan bertek nîşanî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) da ku tê xwestin li wir were avakirin. Şêniyên bajarokê Pirxûsê ev demeke GESê protesto dikin û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Îro jî bi sedan welatî tevî parlementerê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan li dijî projeya GESê meşiyan û bertekên xwe nîşan dan. Di meşê de welatiyan bertek nîşanî Hevşaredarê Pirxûsê Baran Turan ê DEM Partiyî dan ku destûr daye projeyê û dirûşmeyên “Baran Turan îstifa”, “Bijî berxwedana Pirxûsê” û “Ava me, axa me rûmeta me ye” berz kirin. Girse bi dirûşme, çepik û tilîliyan derbasî qada projeyê bû û li wir daxuyanî da. Aktivîstên ekolojiyê jî tev li çalakiya welatiyan bûn.
 
Keyayê taxa Yildizlarê Bedri Koçeroglû diyar kir ku hezar û 80 donim qada merayê ji bo vê projeyê pêşkêşî sermayeyê hatiye kirin û destnîşan kir ku ew vê projeyê qebûl nakin. Bedrî Koçeroglû anî ziman ku ew ê bi polîtîkayên ewlehiyê re nehêlin sermaye li herêmê bi cih bibe û diyar kir ku ew ê li dijî projeyê li ber xwe bidin.
 
Parlamenter Huseyin Olan jî di çalakiyê de axivî û anî ziman ku ev demeke dirêj e li ser meraya bajarokê projeya GESê tê plankirin. Huseyîn Olan bal kişand ser ku mera veguherandine erdê xezîneyê û pêşkêşî sermayeyê kirine û wiha got: “Ev der çavkaniya debarê ya vî gelî ye ku heywanên xwe lê diçêrînin. Tiştê ku li vir tê xwestin, mîna salên 90î ku gund bi hincetên ewlehiyê hatibûn valakirin, bi heman mantiqê tê xwestin ku mirov ji ax û gundên xwe bên qutkirin. Wan neçar dikin ku ber bi metropolan ve bên sirgûnkirin û jiyaneke sefîl bijîn. Ev gel vê yekê qebûl nake. Gel dibêje ‘Ev ax ya me ye. Erazî yên me ne.’ Wekî duh, em ê îro jî li dijî talanê derkevin.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.