ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 20 Çile 2025
  • Rojev
 
* Jin der barê mirina Rojîn Kabaîş a li Wanê winda bû û piştre cenazeya wê hat dîtin axivîn û gotin: “Bûyer nehat lêkolînkirin. Hat veşartin. Hinek tên parastin.” DÎMEN HEYE
 
* Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê binpêkirinên mafan didomin û piştî ferzkirina ‘lêgerîna dev’ niha jî ‘derxistina pêlavan’ tê ferzkirin. Parêzer çagla Leyla Kaya got girtî bi goreyan dertên hevdîtinê û anî ziman ku bi heyeta ku ava bikin wê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. DÎMEN HEYE
 
* Edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz êrîşên li hember çapemeniya azad nirxand û da zanîn ku divê rojnameger hîn bêtir bên gel hev û têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
* Jinên Şengalê  bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan, banga bidwîkirina êrîşan kirin û gotin ew berxwedana gele Rojava silav dikin. DÎMEN HEYE
 
* Parêzer Mîchela Arrîcale diyar kir ku Tirkiye li aliyekî dibêje çareserî li aliyê din jî diçe newekheviyê û bê navber Sûriyeyê bombebaran dike. Mîchela Arrîcale der barê hevdîtinan de jî wiha got: “Li gorî min Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû wekheviya herêmê rolek girîng wê bilîze. Hêviya min ev e ku Birêz Ocalan di nav gel de bê dîtin.” DÎMEN HEYE
 
* Kesên beşdarî çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Akdenîzê bûn, diyar kirin ku ew li dijî mekanîzmaya dewletê ya bi polîtîkayên qeyûman ên ji aliyê dewletê ve tên meşandin, li ber xwe didin û destnîşan kirin ku divê dewlet di zûtirîn dem de prensîba cudakirina hêzan bi cih bîne. BI DÎMEN