Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê diçe kongreyê

  • 09:02 20 Sibat 2025
  • Ramyarî
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bi dirûşma "Em xwe rêxistin bikin azad bibin"  diçe 3’emîn Kongreya Asayî.  Endama Komîsyona kongreyê Satiye Ok der barê kongreyê de axivî û got: “Di vê demê de rêxistinbûn û rizgarî girîng e. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya xwe bi rêxistin bibin û têbikoşin.  Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê weke dema 3'yemîn tê birêxistinkirin û mezinbûnê hedef dike.”
 
 Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Stenbolê roja Yekşemê 23’yê Sibatê 3’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar dixe. Endama Komîsyona Kongreya Asayî ya DEM Partiyê ya Stenbolê Satiye Ok der barê kongreya ku bi şîara "Em xwe bi rêxistin bikin, azad bibin" de nirxandin kir.
 
Li dijî faşzîmê têkoşîn
 
Satiye Ok der barê xebata DEM Partiyê ya Stenbolê ya dema borî de axivî û diyar kir ku DEM Partî ji roja ewil de ji pirsgirêkên civakî re çareserî afirandiye û wiha dirêjî dayê: “Stenbol bajarekî ku çîna karker, jin, tevgera ekolojîst û gelê Kurd lê dijîn e. Di nava DEM Partiyê de li gel tevgera ekolojiyê, têkoşîna azadiya jinê, yên bi salan li dijî siyaseta qeyûm têdikoşin, têkoşîna kedê, daxwaza jiyanê, li dijî êrîşên li ser gelê Kurd rawestiya. Di vê serdemê de ku kuştina jinan gihişt asta herî jor,  rêxisitna jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê hewl da ku li dijî kuştina jinan mil bi mil li ber xwe bide û ji kuştina jinan re bêje raweste.”
 
Hewcedariya têkoşîna bi hev re
 
Satiye Ok der barê sêyemîn kongreya DEM Patiyê ya asayî ku di pêvajo û rihekî çawa re  derbas dibe de axivî û got: “Di vê pêvajoyê de desthilatdariyê hewl da tirs û bêhêvîtiyê biafirîne. Em di pêvajoyeke ku jin, karker û kedar bê pêşeroj tên hiştin, xweza tê talankirinê re derbas dibin. Di vê hawirê de DEM Partî û pêkhateyên xwe hewl dan rêya sêyemîn bikin rojevê. Hewl dan hêviyê şên bikin û bibin dengê hemû gelan. Em dikarin behsa ku DEM Partiyê hewl daye rêbaza sêyemîn xurt bike, bikin. DEM Partî wê li dijî faşîzmê têkoşîna yekbûyî esas bigire. Em bang li hemû kesî dikin ku têbikoşin.”
 
Bi dirûşmeya ‘Em xwe rêxistin bikin azad bibin’ diçin kongreyê
 
Satiye Ok daxuyakirin ku ji bo daxwaza jiyanek bi rumet têdikoşin û got li dijî daxwazan zext her diçin zêde dibin û li dijî vê bi dirûşma "Em xwe rêxistin bikin azad bibin"  diçin sêyemîn kongrye asayî. Satiye Ok wiha dawî lê anî: “Ji bilî têkoşînê rêbazek me ya din tune ye. Ji ber vê em dibêjin "Em xwe rêxistin bikin azad bibin". Di vê pêvajoyê de rêxistinbûn û azadî ferz e. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku ji bo azadiyê têbikoşin. Em bang li hemû gelê xwe, jinan, karker, kedkaran dikin ku tevli kongreyê bibin.”