Ji bo tevlîbûna mîtînga li dijî xizanî û qeyûman bang

  • 09:05 6 Kanûn 2024
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Gonca Yangaz derbarê mîtînga "Ji bo jiyaneke mirovî" de banga tevlîbûnê li jin, ciwan, karker, kedkar, komên baweriyan re kir û got: "Ji bo jiyaneke bi rumet, aştiyane û demokratîk ava bikin tevlî mîtîngê bibin."
 
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Gonca Yangoz derbarê mîtînga "Ji bo jiyaneke mirovî"  wê di 8’ê Kanûnê de bi dirûşmeya "Ji bo gel demokrasî ji bo gel budçe" a ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve li Stenbolê pêk bê bang kir. 
 
Gonca Yangoz da zanîn ku li welat şert û mercên mirovane ku mirov lê bijîn nemaye û wiha got: “Li aliyekî xizanî, li aliyekî şer, li aliyê din jî zext û  xeskirina mafan. Em li dijî vê ne û ji ber vê mîtîngê pêk tînin. Bi polîtîkayên şer re faşîzm, xizanî giran bûye û em li dijî van pêkanînan û polîtîkayên qeyûm banga mîtîngê dikin. Li welat qetilkirina jinan, tunehesibandina jinan, nedîtina jinan û binpêkirinên mafan. Ev hemû girêdayê polîtîkayên şerin. Em ê gotin xwe di mîtîngê de bêjin û têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
‘Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê têk bibin’
 
Gonca Yangoz di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê li dijî polîtîkayên xizanî, qeyûm û şer dengê hevpar bi awayekî xurt bê derxistin û bi vê armancê mîtîngê pêk tînin û got: “Ferastek faşîzmê ya xwe ferz dike heye. Hedefa me daye ber xwe ev e. Em ê bi têkoşîna hevpar li dijî vê bibin deng û bi hev re dengê xwe bikind bikin. Em ji bo peyama ‘em ê faşîzmê bi têkoşîna hevpar bidin’ bidin wê li qada mîtîngê bin.”
 
Ji bo mîtîngê bang
 
Gonca Yangoz di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di nokteya berxwedanê de jî dema qada hepvar bê afirandin wê hêza xwe zêde bikin û wiha dawî lê anî: “ Faşîzm bi hemû çekan bi ser de me de tê. Em jî li dijî wan bi xeta têkoşîna xwe ya ku tu car em dest jê bernadin hene.  Em bang li hemû kesî dikin 8’ê Kanûnê de saet di 14.00an de li mîtîngê bin.”