Dayikên Aştiyê ji bo Rojava bang kirin
- 09:04 5 Kanûn 2024
- Rojane
WAN - Dayikên Aştiyê derbarê êrişên li hember Rojava de axivîn û gotin: “Tirkiye di vî şerî de heye. Em şer şermezar dikin. Ger şer dixwazin bila li ser axa xwe şer bikin. Ew bixwe nikarin bikin piştgiriyê didin DAIŞ’ê. Em dayik berxwedana Rojava pîroz dikin.”
Êrişên Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 26’ê Mijdarêde ye lihember Helebê didome. Êrişên HTŞ’ê li hember qadên sivîl didomin û jin, ciwan, zarok û kal û pîr tên qetikirin. Bi hezarna kes neçar man koçber bibin û di konan de dijîn. Bertekên li dijî êrişan her diçin mezin dibin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku li dijî her cureyê şer dibêjin "Aştî" derbarê tiştên li Rojava û Sûriyeyê tên jiyîn axivîn.
‘Kî piştgiriyê dide DAIŞ’ê diyar e’
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Rabîa Algor destpêka axaftina xwe de gelê Rojava silav kir û wiha got: “Hqeretê li gelê Rojava dikin. Wijdana me ne rehete. Em bi şev ranazên. Zarok tên ber çavên me. Li ku derê zilm hebe em ne rehetin. Çima wijdana cîhanê rehete. Kurdan tu carê rehetî nedîtin. Çima me qebûl nakin. Kurd misliman û gelekî bawermende. Bila çavên xwe vekin. Çima wisa dikin. Li ser axa me eziyet li me dikin. Kî piştgiriyê dide DAIŞ’ê diyar e. Ez bang li hemû Gelê Kurd dikim. Bila ji bo Rojava rabin ser piyan. Rojava mazlume. Perîşan bûn. Yên vî şerî dimeşînin wijdana wan çawa rehet dike.”
‘Li ser axa kesên din şer dikin’
Dayika Aştiyê Zekiya Kaya jî daxuyakirin ku li ber çavê hemû cîhanê li Rojava şerê qirêj tê meşandin. Zekiya Kaya wiha vegot: “Ev heqerete. Tirkiye di vî şerî de ye. Piştgiriyê dide çeteyan. Em şer şermezar dikin. Li ser axa gelên din şer dikin. Em berxwedana Rojava pîroz dikin. Em ji bo jin û zarokan xemgînin. Em vê qebûl nakin. Berjewendiya hinekan di vî şerî de heye. Bila Kurdan nekin kurbana berjewendiyan. Mafê wan tune ye warê wan wêran bikin. Em dayik destê aştiyê dirêj dikin. Êdî bila aştî bê. Bijî berxwedana Rojava.”
‘Çi karê wan li Rojava heye’
Dayika Aştiyê Keve Işik jî destnîşan kir ku komkujiyên tên kirin nayên qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Di tu alî de cihê wê tuneye. Hemû kesên dibêjin ez mislimanim divê deng bilind bike. Divê li pêşî vî şerî bisekine. Ev şer talane, koçberkirine. Çi karê welatên din li Rojava heye. Bila her kes bi axa xwe re eleqeder bibin. Bila Pirsgirêka Kurd çaeser bikin. Bila Tirkiye êdî destê aştiyê dirêj bike. Bila aştî bê vî welatî.”
‘Bila ji ser DAIŞ’ê êrişê gelê mazlum nekin’
Dayika Aştiyê Perîşan Aslan jî bi lêv kir ku bi piştgiriya dewletan êrişên Rojava dikin û bi lêv kir ku ew êrişan şermezar dikin. Perîşan Aslan ev nirxandin kir: “Em vê zilmê qebûl nakin. Bi bombeyan êriş dikin. Êrişên xwe bê navber didomînin. Çima êrişê van mirovan dikin. Ji ser DAIŞ’ê êrişê gelê mazlum dikin. Kurd her ku aştiyê dixwazin ew êriş dikin. Lê em ê dest ji daxwaza aştiyê bernedin. Divê hemû cîhan rabin ser piyan û ji bo aştiyê hewl bidin. Em aştiyê û yekitiyê dixwazin.”