Li dijî qeyûman bertek: Heta encam bê girtin em ê li qadan bin
- 09:02 5 Kanûn 2024
- Rojane
Memîhan Zeydan
WAN - Gelê ku tayînirina qeyûm a ji bo şaredariya Mîksê qebûl nake, li ber barîkatên polîsan yên ber şaredariyê çalakiya nobetê da destpêkirin. Jinan bertek nîşanê qeyûman dan û gotin: “Heta talana qeyûman neqede wê têkoşîna me bidome. Tu aliyê hiqûqî yê qeyûman tune ye. Ev bêtehemuliya li hember girtina 14 şaredariyan e.”
Desthilatdariya AKP-MHP ku ji 2016’an de ye polîtîkayên qeyûm dimeşîne, di dema sêyemîn de tayînkirinên qeyûman didomine. Herî daweî qeyûm tayînê şaredariya Colemêrg, Esenyurt a Stenbolê, Êlih, Xelfetiya Rihayê, Mêrdîn, Dêrsim û Mîksê hat kirin. Di 29’ê mijdarê de qeyûm tayînê şaredariya Mîksê hat kirin û piştî vê gel dest bi berxwedanê kir.
Jinên di çalakiya nobtê de ji ajansa me re axivîn.
‘Ne hevşaredar bûna wê berat bikira’
Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay da zanîn ku li Wanê 14 şaredarî jî hatine girtin û ligel vê encama li seranserê welat derketiye holê, darbe li AKP’ê xistiye û got: “Bi rojane em çalakiya nobetê didomînin. Desthilatdarî sê deme qeyûman tayîn dike. hevşredar Ayvaz Hazir ji ber dosyayek ceza girtiye qeyûm tayînkirin. Ev hincete. Ev dosya ne dosyayek ceza girtinê bû. Dosyayek naveroka wê vala bû. Hevalê me wê demê xebatkarê şaredariyê bû. Di beşa çapemeniyê de bû. Tenê ji ber kişandina wêneyekî ceza lê birîn. Îro ne hevşaredar bûna wê berat bikirana."
‘Heta encam neyê girtin em ê ji vir neçin’
Canan Uzunay di berdewamiyê de bi lêv kir ku wê berxwedan bidome û wiha anî ziman: “Gelê Mîksê jî ligel me ye. Bi salan bû li Mîksê AKP’ê qezenc dikir. Hilbijartinên dawî de li Wanê 14 şaredarî jî DEM Partiyê bidest xist. AKP ev qebûl nekir. Gelê Mîksê di sindoqan de bersiv da. Li dijî qeyûman wê têkşîn ame bidome. Em li virin û em berxwe bidin. Heta encam neyê girtin em ji vir naçin.”
‘Em ê rê nedin qeyûman’
Hevşaredara Tatos a Erziromê Gulen Şengul jî daxuyakirin ku divê gel xwedî li îradey xwe derkeve û got tu aliyê hiqûqî yên qeyûman tune ye û wiha bi lêv kir: “Em derfet nadin qeyûmên ku tayînê îradeya gel bûne.Em van tayînkirinan qeyûl nakin. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Bila bariyer û qeyûmên tayînkirine şûnde bikşînin’
Endama meclîsa şaredariya Bêgiriyê Emîne Yarvaç jî diyar kir ku sê rojin tevî hewaya sar berxwe didin û wiha vegot: “Ev nayê qebûlkirin. Ev zilme. Em li dijî vê berxwe didin. Gelê Mîksê gelekî bi rumete. Vê zilmê qebûl nakin. Em jî naxwazin. Bila van barîyer û qeyûmên tayînkirine şûnde bikşînin. Em ê berxwedanê bidomînin.”
Hevşaredara Elbaqê Şengul Polat jî destnîşan kir ku gelê Kurd li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe û ev tişt bi lêv kir: “Gelê Kurd di mijara xwedîderketina îradeyê de helwestek zelal nîşan da.Desthilatdariyê tehemulê girtina 14 şaredariyan nekir. Ji ber vê qeyûman tayîn dikin. Em li virin. Ev nobet wê bidome.Heta roja ev talan bidawî nebe wê têkoşîn bidome. Em li cem gelê Mîksê ne û em ê her tim ligel bin.”