Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin

  • 20:20 10 Çile 2024
  • Hiqûq
ENQERE - Parêzer Mahsunî Karaman ku 555 rûpelên mutalaya Doza Kobanê ya daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de tê de hene xwend, got: "Li gor vê, a rast, Erdogan alîkariya PYD'ê dike ku wê wekî rêxistina etrorê dibîne. Dibe ku ev yek yekser belayekê bîne serê dozger beg yan jî Serokomar Erdogan." 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. 
 
Danişîn, bi parastina parêzerê Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Mahsunî Karaman dewam kir. 
Mahsunî di parastina xwe de 555 rûpelên mutalaya dozê xwend ku tê de daxuyaniyên Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ên der barê PYD'ê de hene. Mahsunî got: "Meqama îdiayê ya ku ev nivîsandina bila hinekî hay ji xwe hebe. Li gor vê, a rast, Erdogan alîkariya PYD'ê dike ku wê wekî rêxistina etrorê dibîne. Çendî di 19'ê de gotiye 'rêxistina terorê', lê tê de tê gotin 'di 29'ê Cotmehê de korîdor vekiriye û alîkarî kiriye.' Dibe ku ev yek yekser belayekê bîne serê dozger beg yan jî Serokomar Erdogan. Paşê xaleke wiha tê de heye 'Di dema êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê de çendî Tirkiye nexwestiye alîkariyê bike jî, lê paşê destûra derbaskirinê hatiye dayîn.'" 
 
Danişîn dê sibê saet di 10.00'an de bidome.

Etîketan:

kobanê doz