Li Stenbolê Nobeda Edaletê: Dê piştevanî mezin bibe!

  • 16:27 15 Kanûn 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve di pêşengiya MATUHAYDER'ê de hatiye destpêkirin di roja xwe ya 3'yemîn de bi biryardariyeke mezin dewam dike, hat destnîşankirin ku di çarçoveya çalakiyê de bi xebatên kartpostal û stîckerê dê hevgirtin zêde bibe.
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên giriyan jî di vê çarçoveyê de Komeleyên Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re dest bi nobeda edealetê kirin.  Li Stenbolê jî ku yek ji navendên vê nobedê ye di peşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê(MATUHAYDER) de li avahiya  Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Bagcilara Stenbolê ye dest bi çalakiya Nobeda Edaletê hat kirin. Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin, pankarta bi dirûşmên “Ji dayikên lehengan re hezar silav û  "Em ê bi hêza xwe tecridê bişkînin û jiyana azad ava bikin", "Ji bo avakirina jiyana azad em ê tecrîdê bi dawî bikin" hat daliqandin. 
 
'Dê têkoşîn bidome'
 
Tevî gelek xizmên girtiyan, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, Hevseroka MATUHAYDER'ê Dîlek Demîr Sonmez û gelek kes çûn serdana çalakiyê. Di serdanê de Dîlek Demîr Sonmez axivî  û diyar kir ku ji bo çalakiya Nobeda Edaletê bigihêje beşeke mezin a civakê ew ê rê û rêbazên nû biceribînin û têkoşînê bidomînin. Dîlek, da zanîn ku ew ê di çarçoveya çalakiyên xwe de kartpostal û stîcker çêkin û destnîşan kir ku ji bo berfirehkirina hevgirtinê ew ê xebatên xwe bi lez bidomînin.
 
Çalakî bi dirûşman dewam kir.