DFG: Em ê bi israr îfadeya rastiyê bidomînin
- 10:10 20 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DFG'ê têkildarî qetilkirina Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyanî da û got: "Em ê bi hêza ku ji wan distînin bi israr û îfadeya rastiyê bidomînin."
Rojnamegerên Komeleya Rojnamegera a Dîcle Firat (DFG) Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopînin, têkildarî qetilkirina balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Duh saet di 15.20'an de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirînê de xebatkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin hedef hatin girtin. 2 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê de şofêrê wesayîtê Ezîz Hec Bozan birîndar bû, em vê êrîşa li hemberî hevrêyên xwe yên li her qadê şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê hesab ji kesên ku qetil kirin bipirsin û dest ji wan bernedin. Nazim û Cîhan du rojnamegerên hêja bûn ku rastiya şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî re anîn ziman. Em ê bi hêza ku em ji wan distînin bi israr rastiyan îfade bikin."