Doza Kobanê dewam dike

  • 14:41 5 Kanûn 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di îdianameya Doza Kobanê de ji bo endamên DAIŞ’ê têgeha “milîtan” hate bikaranîn û ji bo siyasetmedaran jî “endamê/a rêxistina terorê” hate bikaranîn. Siyasetmedar Pervîn Oduncu jî bertek nîşan da û got: “DAIŞ, ji bo armancên Tirkiyeyê yên veşarî tê bikaranîn.” 
 
Rûniştina duyemîn a danişîna 44’an a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Rûniştina danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. 
 
Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Enqereyê, Komîsyona Hiqûqê ya HEDEP’ê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û xizmên girtiyan tev li danişînê bûn. 
 
Parastina xwe diyarî Denîz Poyraz kir
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî bi parastina siyasetmedara girtî Pervîn Oduncu berdewam kir. Pervîn, bi gotina “Dixwazim ez ê ji bo gelê xwe deyndar bimrim” dest pê kir û parastina xwe diyarî Denîz Poyraz ku li avahiya HDP’a Îzmîrê hatibû qetilkirin. Pervîn, diyar kir ku êdî dadgeh ji bo wê “bêwate” bûye û wiha got: “Di berîkên we de ceza hûn wisa hatine. Ji roja ewil heta niha we ev yek da hîskirin. Min li vir zanî bê ka ‘Îhsas-i rey’ çi ye. Ez li vir hîn bûm bê ka xala 90’emîn a Destûra Bingehîn çawa tê binpêkirin. Li ser vê kursiyê hewl didim baweriya xwe bi hiqûqê bînim. Lê helwesta şandeya we ya di tevahiya danişînan de ev hêviya min şikand.” 
 
‘Ji bo girtina min tu sedemek nîne’
 
Bi domdarî Pervîn, got dixwaze bi parastina xwe di dîrokê de cih bigire û wiha pê de çû: “Heke rojekê aştî bê vî welatî; ji bo halê me ji me bi xwe guhdarî bikin vê parastinê dikim. Ji bo girtina min tu sedemek nîne. Bêhiqûqtiya we li min û hevalên min kirî tenê bi vê bisînor nema. We bi şahidên ku derheqê min de tenê yek îfade nedayî di dosyaya yekkirî de îfade pê da kirin. Hûn ji ewil digirin û piştre jî sûcê min amade dikin. We mafên me yên darizandina adilane û parastinê binpê kir. We li ser îfadeyên derew rewşa me ya girtî domand.” 
 
'Divê tu kes di nava van şert û mercan de nejî'
 
Di berdewamê de Pervîn, anî ziman ku di pêvajoya girtîmayînê de ji hêla madî û manewî ve windahiyên wê çêbûne û wiha got: “Di nava şert û mercên dermirovî de dijîm. Heta dijminê mirov jî be, divê tu kes di nava van şert û mercan de nejî. Heta ji ber lîmona me bi kar anî jî 11 rojan cezayê hucreyê hate dayîn. Li girtîgehan zextek dermirovî heye û girtî ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.” 
 
DAÎŞ'î kirin mîlîtan, siyasetmedar kirin terorîst 
 
Pervîn, bal kişand ser armanca dozê û vegot bê ka rêxistinbûna DAIŞ’ê li Tirkiyeyê rê li ber çi vekiriye. Pervîn, wiha dom kir: “Ji ber twîtekê ceza li me hate birîn lê DAIŞ’iyên ku kujerên bi sedhezaran kesan e destên xwe dihejînin û bi serbestî digerin. Ez vê rewşê jî ji teqdîr, hiqûq û edaleta dadgeha we re dihêlim. Di îdinameyê de DAIŞ’î weke ‘milîtan’ û siyasetmedar jî weke ‘endamên rêxistina terorê’ hatine nîşandan. Em vê qebûl nakin."
 
‘DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn’
 
Pervîn, komkujiyên DAIŞ’ê bi bîr xist û wiha got: “Di serî de Komkujiya Gara Enqereyê ya di 10’ê Cotmehê, firariyê gelek dozan Îlhamî Bali ye. Lê ev kes bi necezakirinê hate xelatkirin.” Pervîn, nûçeyên têkildarî dozên DAIŞ’iyan ên “necezakirinê” yên di rojnameyan de hatine weşandin xwend û wiha got: “DAIŞ her tim ji bo armancên veşarî yên Tirkiyeyê hate bikaranîn. Bali, biyaniyê daraza Tirkiyeyê nîne. Her wiha di sala 2012’an de bersûcê Doza El Qaîdeyê ye. Tenê çendek mehan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Ji bersûcên Komkujiya 10’ê Cotmehê Abdurrahîm Boz jî ji Doza El Qaîdeyê ya Stenbolê hate darizandin û hate berdan.” 
 
Dadgehê heta saet 13.45’an navber da danişînê. Dê danişîn piştî navberê bidome. 
 

Etîketan:

kobanê doz