Operasyonên li hember HDK’ê li Amedê hatin protestokirin

  • 19:50 23 Sibat 2025
  • Rojane
 
AMED-  Operasyonên li dijî HDK’ê li Amedê hatin protesto kirin. DEM Partî û DBP’ tevli daxuyaniyê bûn û li dijî qezextan banga yekitiyê hat kirin û peyama ‘HDK em in’ hat dayîn.
 
Li Yenîşehîr a Amedê li ber AZC Planaza ya Ofîzê bi tevlibûna partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, operaysonên li hember Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hatin protesto kirin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ya Amedê, DBP û meclîsa Dayikên Aştiyê jî tevli daxuyaniyê bûn.
 
‘Em HDK ne’
 
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz axivî û da zanîn ku êrîşên li hember saziyên demokratîk didomin û got wê li dijî van êrîşên qirêj têkoşîna aştiyê bidomînin.
 
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça jî axivî û daxuyakirin ku HDK’î ji ber faliyetên siyasî meşandine hatine girtin û got ev girtin û binçavkirin girêdayê banga ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di meha cotmehê de kiriye. Ceylan Akça her wiha da zanîn ku heta dikarin bila klîmînînalîze bikin ew HDK’î ne û wiha got: “Bi binçavkirinan hedefa wan eve ku muxalefetê qels bikin. Dixwazin civakê bikin bin kontrola xwe û endezyariya siyasî bikin. Lê çi dikin bikin ew nikarin me krîmînalîze bikin.”
 
Dema daxuyanî didomiya polîsan hewl da pankartê desteser bike. Lê Ceylan Akça mudaxale kir û got ‘hun dixwazin fezlekeyê amadebikin’ û parnkart neda. Piştî vê daxuyanî bidawî bû.