Parêzer Mîclehal Arrîcale: Ocalan ji bo hemû herêmê wê rola xwe bilîze

  • 09:06 20 Çile 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE-Parêzer Mîchela Arrîcale diyar kir ku Tirkiye li aliyekî dibêje çareserî li aliyê din jî diçe newekheviyê û bê navber Sûriyeyê bombebaran dike. Mîchela Arrîcale der barê hevdîtinan de jî wiha got: “Li gorî min Birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû wekheviya herêmê rolek girîng wê bilîze. Hêviya min ev e ku Birêz Ocalan di nav gel de bê dîtin.”
 
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder pêk dihat di 28’ê Kanûnê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtîna siyasî ya ewil pêk anî. Piştî hevdîtinê peyama ji 7 xalî pêk dihat a Abdullah Ocalan wek hêvî hat nirxandin. 
 
Hevsreoka Koma Têkoşîna Hiqûqî ya Navneteweyî û Navnda Lêkolîn û Pêşxistinê ya ji bo Demokrasiyê ya Îtalyayê Mîchela Arrîcale der barê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirin axivî.
 
*Abdullah Ocalan bi salane tê tecrîdkirin û piştî 43 mehan şûnde Omer Ocalan hevdîtinek kir û yek ji peyamên hat dayîn ‘tecrît didome’ bû. Di vê mijarê de hûn çi difikirin? 
 
Belê di hevdîtinê de behsa domandina tecrîdê dike. Ev rast e. Pêkhatina vê hevdîtinê gavek girîng bû lê dema em dinêrin têr nake.Piştî hevdîtinê cezayek dîsîplînê ya 6 mehÊn din hat dayîn. Parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Divê em têkoşînê xurt bikin. Ev biryarek siyasiye. Ne hiqûqiye. Birêz Ocalan di hevdîtina duyemîn de got ‘Paradîgma Erdogan û Bahçelî ya nû’. Ev gav başe lê biçûke. Divê hîn bêtir pêş bikeve.  Ji ber tenê yên siyasî dikarin hevdîtinê bikin. 
 
Li aliyekî diyalog li aliyê din êrîşên li hember Sûriyeyê
 
Peywira din a Erdogan gava duyemîne û guhertina destura bingehîne. Ev besiva pêvajoyê ye û em baş dizanin û dipirsin. Ev xal baş bê zelalkirin em dikarin hinek tiştan zelal analîz bikin. Encamê de çi dibe bila bibe em kêfxweşin ji ber bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin agahî jê hat girtin, rewşa wî baş e. Em ê bipên û bibînin. Ez her sibeh rojnameya Erdogan Sabahê dixwînin. Der barê PKK û pirsgirêka Kurd de geşedanan dişopînin. Lê Kurdan dikin hedef û newekheviyê dikin. Li aliyekî dibêjin çareserî li aliyê din êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.
 
*Şerê li Rojhilata Navîn û êrîşên li hember Rojava li holê ne. Dewlta Tirk, Erdogan çare bi hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dît. Li gorî we çima ev hevdîtin niha hat kirin?
 
 
Em dizanin ku Birêz ocalan di çareseriya demokratîk de di çareseriya siyasî ya herêmê de dikare rolê bilîze. Hewcedariya Erdogan bi Tirkiyeyek yekbûyî heye û ji ber dixwaze li herêmê rolek nû bilîze. Ji aktorê herêmî dixwaze aktoriya navneteweyî bike.  Em
dizanin ku Tirkiyeyê piştgirîda çûyîna rejîma Esad. Xeyala Tirkiyeyê pêk hat. Tirkiye dixwaze hêza xwe pêş bixîne. Lê ji bo vê gava xwe bidomîne hewce bi yekbûna Tirkiyeyê dibîne, bi Tirkiyeyek xurt dibîne. Ji ber vê mijara Kurda ji nûve danî ser maseyê. Ev aliyek e. Balkêşe ku Bahçelî ev nîqaş dan destpêkirin. Di vî alî de dixwaze pêşiya muxalefetê bigire û bê ku bisekine ez mijarê çareser dikim.
 
Erdogan her roj Sûriyeyê bombebaran dike
 
Ev gava hatibe avêtin mirovan kêfxweş bike jî em nizanin ji bo çareseriyê ji muxataban çi tê xwestin. ya hatiye dîtinê berdana çekan a PKK’ê ye. Lê tenê ev tê xwestin em nizanin.Tirkiye ku behsa diyalog û çareseriyê dike li aliyê din her roj li Sûriyeyê Kurdan bombebaran dike. Bêyî navber vê dike. Ji ber vê jî em niha dipên û hêvî dikin.
 
*28’ê Kanûnê de hevdîtina ewil a siyasî hat kirin. Sê saetan berdewam kir û peyama Abdullah Ocalan hat parvekirin. Cihê ku piştgiriyê bide çareseriyê parlamento hat nîşandan. We ev peyam çawa dîtin?
 
Bêguman girîng e. Parlamento cihê hatiye hilbijartin ya siyaseta kolektîf a siyaseta demokratîk e. Ji ber vê jî di parlamentoyê de avakirina çareseriyê girînge. Bi vî awayî wê ne lihevkirin, çareseriya siyasî ya navbera gelan de pêk bê. Ev tiştekî başe û gavek girînge. Em dizanin Bahçelî her tim digot divê Birêz Ocalan bê cezakirin. Ev gavek başe. Lê divê zelalî hebe. 
 
*Tecrîd didome û gelê Kurd di nêzkatiyeke bi baldar de ye. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?
 
Ez wisa difikirim ku birêz Ocalan û gelê Kurd wê ne tenê Tirkiye, tevahiya herêmê di yekitî û aşitkirina herêmê de roleke bingehîn bilîzin. Divê em baş analîz bikin ka ev ravekirin rast e an na. Em nizanin ev însiyatîf însiyatîfeke rast a siyasî ye yan tevgereke siyasî ye, yan jî dê hewl bidin mirovan ji tiştekî re amade bikin û bidin xuyakirin ku ‘binerin, em ji aliyê din daxwaza aştiyê dikin, lê ew bi hev re naaxivin.’ Em ê bibînin.
 
* Divê mirov çawa nêzî pêvajoyê bibin?
 
Nîqaş û hevdîtin di rewşa heyî de gavek mezin e. Tirkiyeyê helwesta xwe ya heta niha didomand guher.Em vê nêzîkatiyê bi rastî nizanin. Dema hevdîtina yekem a bi biraziyê birêz Ocalan re pêk hat em kêfxweş bûn, lê em nizanin dê serdana duyemîn bi parlamenteran re kengî pêk were. Dema ku ev pêk hat wê demê em dest pê dikin ku bawer bikin ku rêyek rastîn ber bi çareseriyê ve tê avêtin, lê hîn zû ye ku meriv bêje. Ji bo ku baş were analîzkirin... Lê ez hêvî dikim ku ev yek bibe gaveke rasteqîn a aştiyê û tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Ez hêvî dikim ku em hemû birêz Ocalan di raya giştî de bibînin, ev jî dê bibe mizgîniyek ku tecrîda ku bi salan e berdewam dike wê di sala 2025’an de bi dawî bibe. Ev ê bibe nûçeya çêtirîn ku em ê her dem bibihîzin. Hêvîdarim ev rê berdewam be.