Di nûçeyên destdirêjî û qetilkirinan divê em balê bikşînin ser çi?

  • 09:12 16 Gulan 2024
  • Medya Kritîk
 
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Teşeyên pêşkêşkirin, wêne û sernavên nûçeyên ku mijara wan jin, sûcên li hember jin û zarokan e, li şûna rayagiştî agahdar bikin pornografiye tundiyê pêşkêş dikin. Gelo di nûçeyên destdirêjî û qetikirinan de divê mirov li çi baldar bin?
 
Li Tirkiyeyê sûcên li hember jin û zarokan roj bi roj zêde dibin. Nûçeyên tundî, destdirêjî û qetilkirinê jî ji ber vê her roj dertên pêşberî me. Heta carna ji rêzê tên dîtin. Li hember vê rewşa ku gihiştiye qirkirina zayendê, nêzîkatiya çapemeniyê jî gelek girîng e. Di nivîsekê de, zimanê nûçeyê, sernav, dîmen gelek girîng in.
 
Zimanê tê bikaranîn tercîhek polîtîk e
 
Zimanzan Teun Van Dîjk diyar dike ku yek ji têgehên girîng ên feraseta gotinê de îdeolojî ye. Teun Van Dîj sernavê jor, sernavê binî, spot û têketina nûçeyan analîz dike, nirxandinek tematîk dike. Teun Van Dîjk diyar dike ku sernavên nûçeyan ji têketina nûçeyan re pêşengiyê dike û bala xwendevanan dikşîne. Teun Van Dîjktîne ziman ku sernavê nûçeyê xwedî îdiayekê ye ku agahiya herî girîng dide ye. Bi kurtasî bi qasî sernav, ziman, wêne, vîdeo jî tercîhek edîtoryal e û di heman demê de jî tercîhek polîtîk e.
 
Sernav teşwîkî çi dike?
 
Çapemeniya alternatîf bi mijara ‘di nûçeyên jinan de zimanê tê bikaranîn’ de gelek pêş ketiye. Lê çapemeniya alîgir, bi nêrîna serdest  a mêr, li şûna mêrê gumanbarê tundiyê, jiyana jinê kêlî bi kêlî, derdixe pêş, jinê çi kiriye çi li xwe kiriye, ‘makul e’ an ‘ne makul e’ di nûçêyên xwe de digirin dest û heta mêran hîn bêtir çavsor dike. Bi sernavê ku pêşkêşî xwendevanan dike mirovan sewqê ‘rewşa esas ev e, hûn jî wisa bifikirin’ dike. Em ji demên dawî du mînakan bidin. Yek rojnameya Cumhuriyetê ya din jî Ajansa Nûçeyan a Demîroren (DHA) ne.  Rojnameya Cumhuriyetê nûçeya der barê zaroka 13 salî ku  gele kesî destdirêjî lê kiribû nûçeya xwe bi van sernavan ‘Li Stenbolê skandala hov! Ji bo destdirêjiyê li zaroka 13 salî bikin ketin dorê: Kurê keya, hevalê birayê wê…’ pêşkêş kir.
 
Dema kirde zarok bin dikare ji 5N1K tawîz bê dayîn
 
Piştî îfadeya ‘ketin dorê’ bi danîna sê nokteyan, ji bo bûyerê ‘zindî bikin’, pêlêkirina nûçeyê hîn bêtir teşwîq dike. Di nûçeyekê de dema kirde zarok be dikare ji 5N1K (çi, çima, kengê, çawa, li ku derê û kî) tawîz bê dayîn. Esasa herî girîng a nûçeyê agahdarkirina rayagiştî ye. Divê ‘zarok li ber çavan, fêdeya wê’ û ‘rêgezên etîk’ li ber çavan bê girtin.
 
Heta hejmara derî didin
 
Destdirêjî bi tena serê xwe travma ye û parçeyek serdestiyêya mêr li ser bedena jin û zarokan dike ye. Dema jinek bi rewşek wisa re bê rû hev, nêzîkatiya li hember wê girîng e, çawa piştgirî divê bê dayîn, çawa dikare li ser piya bê hiştin girîng e. Çapemenî parçeyek vê ye. Lê di nûçeyan de bihêlin jiyana jin û zarokan bê fikirîn li ber çavan bê girtin, heta kolanê, heta hejmara deriyê mala wan tê dayîn. Navê gumanbaran nayê dayîn, wêneyên wan tê veşartin lê yên jinan radixin ber çavan.
 
Teşeyê serwîskirina DHA’yê
 
DHA’yê  nûçeya Aylîn Pekîn a ji aliyê mêrê ku destdirêjî lê kiribû hatibû qetilkirin bi sernavê ‘jina ku ji ber bersiv neda evîna wî û ew gilî kiribû qetil kir’ serwîs kir. Yanî dibêje jinê bersiv nedaye evîna gumanbar û ev heq kiriye. Bi vê qetilkirina jinan rewa dike.
 
Dema rojnamegerek nûçeyê çêdike divê hemû pirsnîşanan, kêliyan, mereq û bendewariyan li ber çavan bigire. Di nûçeyên jin û zarokan de rewş diguhere. Di nûçeyan de bê sansur tundî pêşkêşkirin, heta di hinek nûçeyan de rê û rêbaz pêşkêşî gumanbaran tên kirin. Ev jî dibin sedema zêdebûna tundî û qetikirinê. Rewakirinê.
 
Ev nêrîna di nûçeyên çapemeniya alîgir de nêzîkatiyeke çawa li hember jinê heye nîşan dide.
 
Di nûçeyên tundiyê yên ku mijara wê jin û zarok bin de tiştên divê mirov lê baldar bin çi ne?
 
*Kes heta 18 salî zarok in. Ji ber vê jî divê ‘fêdeya zarokan’ li ber çavan bê girtin û nasname neyê deşîfrekirin. Di heman demê de îbareyên ku zarok didin nasîn neyên bikaranîn.
 
*Bi taybet nûçeyên destdirêjiyê divê zimanê çîrokê neyê nivîsîn û romantîkirin.
 
*Divê jin û zarok wek ‘pasîf’, ‘qurbanî’, ‘eciz’ neyên pêşkêşkirin.
 
*Di nûçeyên mijara gotinê de divê  nebin alava populer a reyntînê. Bi taybet di çapemeniya înternetê de nûçe ji bo zêde bên temaşekirin, bi sernav û dîmenên dijetîk neyên pêşkêşkirin.
 
* Divê sûcên gumanbaran bi ‘tenduristiya hişê wî baş e an na’, ‘pisgirêkên psîkolojîk hene an na’ neyên serwîskirin.
 
*Divê tundî bi kêlî neyê dayîn; evqas darbeyên kêrê, evqas car destdirêjî. Li şûna vê dikare sîstematîk bê bikaranîn.
 
*Di nûçeyên destdirêjiyê de divê gotinên erotîk neyên bikaranîn.
 
*Divê ji îfadeyên aydiyetê dûr bikevin.
 
*Bi taybet di nûçeyên destdirêjiya li zarokan de dîmenên wek pêlîstok destê zarokan de ye, bûkanî lê ye, devê wan girêdayê neyê bikaranîn.
 
* Di sûcên destdirêjî tundiyê de di asta darizandinê de ji îfadeyên gumanbar fêde neyê girtin îfadeyên ku sûc rewa dike neyên bikaranîn.
 
*Ji îfadeyên wek tore, namûs, meclîsa malbatê xwe dûr bigirin.
 
*Tundî,  ger ku mêrê pê re zewicandî kiribe, neyê rewakirin.