Rewşa sûk-bazarê: Wê aborî wêran bibe!

  • 09:03 15 Tîrmeh 2024
  • Ked/Aborî
 
WAN - Jinên ji bo hewcedariyên xwe çûn bazar û sûkê diyar kirin ku krîza aborî her diçe giran dibe û ji bazarê destvala vedigerin. Jinan wiha got: “Aborî wê baş nebe, wê her biçe wêran bibe. Ji ber rewş wê nîşan dide.”
 
Ji ber desthilatdariyê hemû çavkanî ji şer re veqetandiye, krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê her diçe giran dibe. Jinên vê krîzê ji kûrahî hîs dikin, li bazaran digerin û hewl didin bihayê herî kêm bibînin. Jinên tezgah bi tezgah digerin, nikarin hewcedariya heftane bigirin û tenê hewcedariyên ferz digirin.
Li taxa Cevdep Paşa ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, jinên çûn bazarê derbarê bihayan de axivîn.
 
‘Em hemû sedema krîzê dizanin’
 
Dîlan Duman da zanîn ku hewcedariyên xwe hemû negirtine û got: “Hêza me têr nake. Her titş bihaye. Em tiştên ferz digirin. Ew jî kîloyek an du kîlo. Sedema krîzê em hemû dizanin. Ew tunebûna wê jiyana me baş bûna.”
 
‘Divê ji serokomar bê pirsîn’
 
Fahriye Kuçukyazici jî daxuyakirin ku biha li her derê wek hev in bila kes li bihayê kêm negere û wiha daxuyand: “Kirê bihane. 20 hezar kirê ye, mûçeyê asgarî wê çawa têrî malbatekê bike. Ez mamoste me dikarim bigirim. Lê yên nikarin bigirin wê çi bikin. Aborî baş nabe wê hîn bêtir xera bibe. Ev krîz çawa bê çareserkirin nizanim. Divê ji serokomar bêpirsîn.”
 
‘Sedema krîzê yên vî welatî bi rêve dibin’
 
Salîha Kaya jî bi lêv kir ku hemû hewcedariyên xwe negirtiye û wiha bi lêv kir: “Her tişt bihaye. Tiştekî erzan tuneye. Mirov bûne zalim. Aborî nebaşe lê biha li gorî tezgahan jî diguhere. Sedema krîzê yên vî welatî birêve dibin e.”
 
‘Hêza girtinê kêm bûye’
 
Zahîde Guzel jî destnîşan kir ku ji ber bihabûnê carnan bi tekan sebze û fêkî digirin û wiha bertek nîşan da: “Hêza girtinê kêm bûye. Kes nikare tiştekî bigire. Pereyê min têrî hewcedariyên min nake. Em heftane dan û standinê dikin. Niha ez ê ji her sebzeyî nîv kîlo bigirim. Hevjînê min di înşatê de dixebite. Pereyê wî têrî me nake. Divê ev krîz bê çareserkirin. Divê biha bê xistin. Sedema vê krîzê dewlete.”
 
‘Bihayên bazarê her hefte diguhere’
 
Hacer Koçak jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Îro mîvanên min hene. Ez ji bo xwarinê çêbikim hatim bazarê. Her hefte biha diguherin. Em dîsa dikarin bigirin. Lê yên nikarin bigirin çi dikin. Her tişt bihaye.”
 
‘Biha her diçin zêde dibin’
 
Eylul Yaren Balî jî destnîşan kir ku hatiye bazarê lê hewcedariyên xwe negirtiye û bihali gorî hêza gel nayê fikirîn. Eyll ku xwendekare got nikare pirtûkên xwe bigire û got ew hewcedariyên xweyên ferz nikare bigire.