Zarokên tevlî amadekariya zivistanê dibin bi xetereyan re tên rû hev

  • 10:08 20 Îlon 2018
  • Zarok
WAN- Li gundan zarokên alîkariyê didin jinên amadekariya zivistanê dikin, bi xwezayê re tên gel hev  lê hinek kar hene ku ji bo zarokan gelek xeter in.
 
Lİ bejahiya Serhedê zarok ji bo karê dayikên xwe hinek sivik bikin alîkariyê dikin. Lê ev rewş carna ji bo zarokan rê li ber xeterê vedike. Li gundê Bilîsava ya Payîzava ya Wanê zarokên temenê wan di navbera 8-13’an de diguhere ji bo agirê sobe û tenûrê bê pêxistin, nebata bi dirî ya bi navê ‘gonî’ kom dikin. Zarok ji bo berhevkirina gonî derdikevin gir û çiyayên bi metreyan bilind yên dora gund. Zarokên bi xetereya ketinê re tên rû hev, mar û dûpişk jî carna derdikevin pêşberî wan.
 
Neçîrvan yê 12 salî daxuyakirin ku mehên havînê li gund li cem pîra xwe dimîne û got: “Pîra min temenê wê pir zêde ye. Nikare zêde kar bike. Ez jî alîkariyê didim wê.”
 
‘Ez ji zindiyên jehrî direvim’
 
Neçîrvan ku ji ber komkirina Gonî destê wî hemû teqya ne destnîşan dike ku ew ji zindiyên jehrî natirse û wiha dawî lê anî: “Derketina ser çiyan pir zehmete. Carna, mar, dûpişk û zindiyên din yên jehrî di nav goniyan de ne. Ez qet jehrî nebûme. Li dijî îtîhmalê ez çawa zindiyên jehrî ferq dikim ji wir direvim.”