Xeyalê wî yê herî mezin ew e ku bê pere û bê sînor li lunaparqê bilîze

  • 09:06 13 Îlon 2018
  • Zarok
WAN - Ferhat yê 14 salî ku bi helekana seyyar hevtemenê xwe kêfxweş dike, xeyalê wî yê herî mezin ew e ku bê pere û bê sînor li lunaparqê bilîze.
 
Li Tirkiyeyê hejmara zarokên tên xebitandin di mehên havînê de du qat zêde dibe. Ferhat ê 14 salî yek ji zarokên ku neçar maye pere qezenc bike. Ferhat bi helekana seyar a birayê wî çê kiriye li taxê digere û zarokan lê siwar dike. Ferhat diyar kir ku zarok vê îcada helekana seyar balkêş dibînin. Ferhat bi lêv dike ku ew qet neçûye Lunaparqê û helekana seyar a qet lê siwar nebûye jî bi milê xwe digerîne. Ferhat destnîşan kir ku zarok gelek kêfxweş dibin û got: “Ez pir diwestim lê di dawiya rojê de ez pereyê xwe dibim malê. Xeyalê min ê herî mezin ez li lunaparqê bilîzim.”