Zarokên Şengalê: Bên ser axa xwe em bi hev re bilîzin

  • 14:35 7 Cotmeh 2019
  • Zarok
ŞENGAL - Zarok mizgîniya herî xweş ya jiyanê ne. Li ser axa Şengale zarok bi kêfxweşî  dijîn û pêşerojê ronî dikin. Roj bi roj jiyan ji nû ve li axa pîroz şîn dibe. 
 
Zarokên ku bi çavê xwe ferman dîtin û êşa wê jiyan kirin îro bi aramî dikarin li ser axa xwe bijîn. Zarokên kêfxweşiya xwe parve dikin û daxwez dikin ku zarokên ji dervayî Şengalê jî vegerin ser axa xwe bi hev re bijîn. Zarok wiha nêrînên xwe anîn ziman.
 
Zaroka bi navê Selwa Sailm nerînên xwe anî ser ziman:  “Ez û hevalên xwe hatina cihê zarokan em bi hev re dilîzin. Em gelekî kêfxweşîn deme ku em li hevdu kom dibin bi hev re dilîzin. Ez dixwezim zarok hemû werin cem hevdu bi hev re jiyan bikin. Gelekî hevalê min hena ne li Şengalê de neba ez dixwezim ew jî werin Şengalê em bi hev re bijîn.”
 
Zaroka bi navê Rewa Newaf jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman: "Em zarok li ser axa xwe pir kêfxweş in. Li vê derê zarok bi hev re dilîzin dikanin. Ez û hevalên xwe danê êvarê bi hevra tên cihê zarokan ji xwera dilîzin em bi hev re gelakî kêfxweşin bila hemû zarok werin em bi hev re biîzin kêfxweş bibin:”
 
Midiya Sadî jî  wekî zarokên din bal kişand ser jiyana li ser axa xwe û wiha got :"Ez jî gelakî bi kêf dibim demê bi hevalên xwera tên em bi hev re digein dilîzin. Em zarok ji Şengalê hez dikin, em dixwezin hemû zarok werin Şengalê, Şengal xweşa zarok kêfxweşin.”