Zarokên Efrînê: Me bêriya Efrîna xwe kiriye

  • 09:17 21 Çile 2019
  • Zarok
 
 
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Zarokên Efrînê derbarê salvegera Berxwedana Serdemê de nêrînên xwe anîn ziman û  gotin:"Efrîn axa me ye. Em bêriya Efrîna xwe kiriye. Em ê dîsa vegerin Efrînê."
 
Zarokên Efrînê derbarê salvegera Berxwedana Serdemê de nêrînên xwe anîn ziman û  gotin:"Em dixwazin dîsa vegerin Efrînê û li wir lîstikên xwe bilîzin."
 
'Em naxwazin şer dewam bike'
 
Mezyet Mervan a 10 salî wiha got:"Di êrîşan de gelek zarok hatin qetilkirin. Ma sûcê me çi bû? Bi balafir û topan jiyana me kirin dojeh. Mal û dibistanê me talan kirin. Lê me li Şehbayê dibistanên xwe ji nû de ava kirin. Em naxwazin şer dewam bike. Em dixwazin Efrîn rizgar bibe û aştî bê."
 
'Em ê dîsa vegerin Efrînê'
 
Sedîqe Hesen a 9 salî wiha got:"Dema ez li Efrînê bûm min li Dibistana Şehîd Rustem dixwend. Ez gelek bextewar û kêfxweş bûm. Em zarokên Efrînê tenê dikarin li ser axa xwe bijîn. Efrîn a me ye û em ê dîsa vegerin Efrînê û li wir dibistana xwe bixwînin."
 
'Em dizanin ku ew ê rojekê Efrîna me rizgar bibe'
 
Mihemed Şêxo yê 11 salî jî wiha behsa Efîrnê dike:"Dema em li Efrînê bûn, gelek top li Efrînê xistin. Mala me û dibistana me wêran kirin. Efrîn Efrîna me ye, axa me ye. Em nikarin bê Efrîna xwe bijîn. Em dizanin ku ew ê rojekê Efrîna me rizgar bibe.
 
'Her roj bombe bi ser me de dibarandin'
 
Nîgar Husên a 9 salî hestên xwe wiha anî ziman:"Ez zaroka Efrînê me. Gelek hevalên min kuştin. Her roj bombe bi ser me de dibarandin. Em ê dîsa vegerin Efrîna xwe, dibistanên xwe û malên xwe ji nû ve ava bikin."
 
'Ez dixwazim vegerim Efrînê'
 
Mihemed salih yê 10 salî wiha dibêje:"Ez dixwazim vegerim Efrînê. Li Efrînê bi tank û topan êrîşî me dikirin. Di jêrzemînan de jî em nikaribûn biman. Li Efrînê dibistanên me gelek xweş bûn. Lê hemû hilweşandin. Em niha li Şehbayê li berxwe didin."
 
'Efrîn welatê me ye'
 
Diljîn Cebo ya 11 salî wiha got:"Efrîna me xirab kirin gundên me talan kirin balafir top li gundên me xistin. Kîjan roj be em ê bizivirin Efrîna xwe, Efrîn li ber dilê zarokên biçûk şîrîn e. Erdogan dibistanên me hilweşand. Zarok parçe kirin. Em li Şehba dixwînîn em li berxwe didin em ê dîsa ber xwe bidin Efrîn welatê me ye."