Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku dest pê kir

  • 14:40 21 Gulan 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
DÊRSIM - Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku ya ku ji hêla Meclîsa Ciwanan a DEM Partî hatî organîzekirin bi dirûşma "Li dijî şerê taybet ciwan li qadê ne" li Dêrsimê dest pê kir. 
 
Ji hêla Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma "Li dijî şerê taybet ciwan li qadê ne", "Lexe" û "Ciwan li qadê ne" ji bo Gulistan Doku ya ku di 5'ê Çîleya 2020'an de li Dêrsimê windabûyî, turnuvaya futbolê organîze kir. Starta turnuvayê li Dêrsimê hat dayîn. 2 ji jin bi tevahî 19 tîm dê turnuvayê de bên hemberî hev. 
 
Turnuvaya ku îro dest pê kir dê heta 28'ê Gulanê bidome. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu, hevşaredarê Dêrsîmê Cevdet Konak, hevserokên DEM Partiyê yên Dêrsimê, hevşaredara Depê Songul Duzgun, endamên Meclîsa DEM Partiyê, namzetên hevşaredariyê yên Pêrî Naciye Aslan û Orhan Çelebi, Komeleya Xwendekarên Azad a Mûnzûrê, endamên Komeleya Elewî yên Demokratîk û gelek welatî tevlî musabakayê bûn. 
 
Jinan di musabakayê de pankarta "Li dijî şerê taybet bibe yek, bi ruhê jiyana nû azad bibe" û "Li dijî şerê taybet li qadan dicivin" vekirin. Lîstîvanên futbolê dirûşma "Jin jiyan azadî” û "Gulistan Doku li kû ye" berz kirin. 
 
Beriya musabaka dest pê bike parlamenter Ayten Kordu, hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak û hevşaredara Depê Songul Duzgun axivîn. 
 
Hevşaredar Songul di axaftina xwe de behsa Gulistan Doku kir û banga aşkerakirina li aqûbeta Gulistanê kir. 
 
Hevşaredar Cevdet Konak jî bal kişand ser rewşa Gulistan Doku û diyar kir ku dê her tim pirsa Gulistan Doku bikin. 
 
Parlamenter Ayten Kordu, diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û got: "Li hemberî ciwanan polîtîkayeke asîmîlasyonê heye. Êdî parastina mafên mirovan li vî welatî bûye sûc. Rêxistinbûna ciwanan tê astengkirin û di nava ciwanan de hişbir tê belavkirin. Yek ji wan sepandina windabûn Gulistanê ye. Ez hêvî dikim turnuvaya futbolê ya Gulistan Doku bi serkeftî derbas bibe. Divê ciwan têkoşîna xwe mezin bike." 
 
Bi dirûşma “Jin jiyan azadî” Turnuvaya Futbolê ya Gulistan Doku dest pê kir.