Turnuvaya Gulistan Doku: Dê şerê taybet teşhîr bikin

  • 09:02 19 Gulan 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Endama Kordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Helîn Koçak der barê turnuvaya futbolê ya li ser navê Gulistan Doku pêk tê axivî û da zanîn ku sporên wisa ji armanca wan tên dûrxistin û desthilatdarî polîtîkayên şerê taybet li ser ciwanan dide meşandin. Helînê daxuyakirin ku bi vê turnuvayê hedef dikin ku her ciwan bi îradeya xwe van polîtîkayan şûnde biçewisîne.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) wê îsal li ser navê xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ya di 5’ê Çileya 2020’î de li Dêrsimê hate windakirin û aqûbeta wê hêj nayê zanîn tûrnûvaya fûtbolê li dar bixe. Serlêdanên ji bo Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû di 18’ê Nîsanê de dest pê kirin. Serlêdan di 21’ê Gulanê de bi dawî dibin. Serlêdanên ji bo turnuvayê didomin û li her bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê afîş hatin daliqandin.
 
‘Polîtîkayên şerê taybet li her derê giran dibin’
 
Helînê da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet roj bi roj giran dibin û wiha got: “Ji ber vê hedef û berpisyariya me ya esas eve ku ev rêbazên şerê taybet bên tespitkirin, vala bên derxistin û der barê her qada jiyanê de alternatîfên xwe afirandine.  Di vê çarçoveyê de rêbazên şerê taybet ku tên meşandin bandor li ser zarok û ciwanan dike, zarok û ciwan bi rehetî dikarin xwe bigihînin hşbirê, asîmîle bibin, bikevin fuhuşê, bê bîr û bawerî dimînin. Bi van argumanên şeê taybet dixwazin her qada jiyanê naveroka wê vala bikin.
 
‘Armanc şûnde çewisandina polîtîkayan e’
 
Helînê daxuyakirin ku armanca wan ev e ku van polîtîkayên şerê taybet şûnde biçewisînin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de me turnuvaya futbolê ya Gulîsan Doku da destpêkirin. Ciwan ji sporê hez dikin û eleqeyek mezin nîşanê vê qadê didin. Me turnuvayeke futbolê ku ne di zemîne zayendperest de, di armanca çewisandina van polîtîkan de hedef kir.” 
 
‘Jin wê şerê taybet teşhîr bikin’
 
Helînê daxuyakirin sedema navê turnuvayê ku Gulîstan Doku ye wiha vegot: “Me navê turnuvayê wek Gulîstan Doku diyar kir. Bi taybet li Kurdistan û Tirkiyeyê hema hema her roj bûyerek diqewime. Em van ji nûçeyan dibînin. Em heqîqetê ji nedîtîve bên em ê bjin Gulîstan Doku xwendekarek zanîngehê bû û hezkiriyê kurê amîrê emniyetê bû û em ê derbas bikin. Lê ev gelek tiştî ji me re îfade dike. Wek tecrubeyek bi êş divê tespîtên rast bên kirin. Em rastiya Gulîstan Doku jî wisa digirin dest.  Hedefa me eve ku her ciwan bi sekna xwe polîtîkayên şerê taybet biçewisîne."
 
‘Divê jin parastina xwe ya cewherî bikin’
 
Helînê destnîşan kir ku divê her jina ciwan ewil rêxistinbûna xwe bi parastina cewherî bike û rastiyê rast bixwînin. Ez bang li hemû ciwanan dikim ku tevli turnuvayê bibin.