'Tu carî guh nedan daxwazên tenduristvanan'

  • 09:03 5 Mijdar 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Hevseroka SES'ê ya Mêrdînê Şukran Guzel bertek nîşanî biryarên ku ji bo kedkarên tenduristiyê hatine girtin da û got: "Ji roja destpêke heta îro rayedar guh nedan daxwazên me. Lê biryarên wekî betalkirina destûr û qedexeyên îstîfayê girtin. Kedkarên ku neçarin di şert û mercên heyî de bixebitin derûniya wan têk diçe."
 
Her ku diçe hêjmara kesên bi şewba vîrûsa koronoyê ketine zêde dibe. Di vî alî de barê herî mezin dikeve li ser milê kedkarên tenduristiyê. Lewra wezareta Tendurustiya Tirkiyê di giştînameya 27’ê Cotmehê de parvekiriye de ragihand ku bêhndana salane ya hemû kedkarên tendirustiyê hatiye rawestandin û destjikarberdana karmendan ji hat qedexe kirin. Bertekên sendîka û tenduristvanan li hemberî vê biryarê zêde dibin. Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê  (SES) a Mêrdînê Şukran Guzel derbarê biryarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Rewşa kedkarên tenduristiyê di xeterê de ye' 
 
Şukran, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kar û barê kedkarên tenduristiyê û got: “Pandemî ji meha adarê ve di jiyana me de ye. Ji wê rojê heta îro yên ku têdikoşîn û barê hildigirin tenduristvan in. Li Tirkiyê rewşa tenduristvanan gihiştiye asta herî xerab. Ked û karê me tune tê hesibandin û her wiha em bi gefan re rûbirû dimînin. Di giştînameya 27’ê Cotmehê de hat ragihandin ku desturên me hatine rakirin û dev ji kar berndan jî hatiye qedexe kirin. Tenduristvanên di aliyê fîzikî û derûnî de pirsgirêkên girîng dijîn vê carê bi van gefan re rewşa wan xeter dibe.”
 
Pirsgirêkên mezin ên derûniyê dijîn
 
Şukran, destnîşan kir ku rewşa Tirkiyeyê diyar e û her roj hejmara nexweşên vîrûsa koronayê zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ligel pandemî zêde dibe hikûmet jî biryarek wisa da. Pêvajoyek pir zehmet û zor li pêşiya me ye. Hêj jî li hemberî vê tedbîrek nehatiye girtin. Heya roja îro tu daxwazên me yên di aliyê tenduristiyê de ne hatin erê kirin. Tu xwestekên me nehatin pêşwazî kirin. Tê zanîn ji ber van sedeman di vê pêvajoyê de gelek kes dev ji kar berdan. Lê ev ji hat qedexekirin. Dibêjin hûn neçarin bixebitin û mafê we nîne. Mixabin ev ji dibe sedema pirsgirêkên mezin ên derûniyê. Tenduristvan di bin gefan de dixebitin.”
 
‘Daxwazên me erê bikin’
 
Şukranê wiha daxwazên xwe anîn ziman: "Hejmarek zêde rêhevalên me bi şewbê ketin û gelek ji wan jî jiyana xwe ji dest dan. Em ji dixwazin korono weke nexweşiya pîşeyî were erêkirin. Bangawaziya min ji hemû rayedaran e, dengê me bibhîsin. Bi taybet ji divê mûçeya sereke werin zêde kirin. Her wiha divê bi awayek sîstematîk ji bo hevalên me test bên kirin. Ji ber ku ev pêknayê şewb di navbera tenduristvanan de belav dibe.”
 
‘Tedbîrên xwe bigirin’
 
Şukran di dawiya axaftina xwe de banga baldarbûnê kir û got: “Hêviya me ji welatiyan heye ku di vê pêvajoyê de bêhtir baldar bin. Bi hatina zivistanê re wê şewb girantir bibe. Di vê demê de kesên dikevin sermayê ji bi şiga koronoyê serî li nexweşxaneyê didin. Ev ji wê bandor li zêdebûnê veke. Divê em ewlehiyên xwe bigihînin asta herî jor.”