Çavkaniya şifayê: Şîlan

  • 09:06 20 Îlon 2020
  • Tenduristî/Werzîş
Gul Guzel
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şîlana ku bi rîçal, marmelat û çaya xwe zivistanê tê ser sifreyên me, çavkaniya şifayê ye, ji bo gelek nexweşiyan tê pêşniyarkirin.
 
Şîlan bi qasî ku ji bo gelek nexweşiyan bi şifaye, rîçal, çay, xoşaf û marmeleta wê jî li ser sifreyan cihê xwe digire. Şîlan payîzê digihêje. Şîlana hişkirî û tovên wê di çêkirina dermanan de bi awayên cuda tê bikaranîn. Kulîlkên şîlanê jî di dermanên tibî, parfum, ava gulan de tê bikaranîn. Bi taybet jî ji bo xurkitina pergala xweparastinê wek çay, marmelat û rîçal tê bikaranîn. Ger rast bê demkirin û li gor pîvanê bê bikaranîn gelek şifayên wê hene.
 
Şîlan ji ber madeyên organîk yên têde û antîoksîdanan kolestrola beden kêm dike. Li dijî qeyrana dil û felcê jî gelek bi bandore. Her wiha şîlan ji bo îltîhaba lemlateyan jî başe, ji bo lemlate xesarê nebînin jî polÎnenoller û antosiyanînan dihewîne. Di alî vîtamîna C de jî dewlemende. Şîlan pergala xweparastinê xurt dike û ji ber vîtamîna C ya têde ji bo şewb û sermayê jî gelek baş e. Ligel vê pêşî li hucreyên pençeşêrê digire û nahêle hucreyên bi zirar zêde bibin.
 
Şîlan her wiha ji bo nexweşiya şekir jî çavkaniyeke şifayê ya mezine, asta şekirê beden sererast dike. Ji bo çerm jî başe û çerm hîn bêtir ciwan û zindî dike. Ji bo dermankirina îltîhabê, tenduristiya hestiyan rolek mezin dilîze. Di dermankirina semptomên romatoîd artrîd û osteoartrîd jî başe. Ji bo qebzbûnê jî bi fêdeye, parazîtên roviyan dixîne.
 
Çaya şîlanê
 
Ji bo nîv lître ava kelandî du kevçiyên xwarinê şîlana hişk ya pelçiqandî têr dike. 10 deqeyan li ser agir bikelînin û piştre dikare bê vexwarin. Ji bo tehm bê guhertin dikare kevçiyek nane an jî nebatek din bê bikaranîn.
 
Xala ku divê lê baldar bin ev e ku dema çay tê amadekirin, divê şîlan demek dirêj rastî germê neyê. Di germa zêde de vîtamînên wê winda dibe. Nokteyek din jî eve ku divê firaka alûmînyum neyê bikaranîn. Di temasa alumînyum de vîtamîna C winda dibe. Çay dikare bi kevçiyek hingiv an jî şekir bê şîrîkirin. An jî tarçin, qurnefîl, sêv dikare bê bikaranîn.
 
Di rewşa bikaranîna zêde ya çaya şîlanê de, nîşaneyên wekê êşa serî, vereşîn, tirşbûna mîdeyê û xew dikare derkeve holê. Ji ber vê divê zêde neyê bikaranîn, kesên nexweşiya kronokî divê serî li doktor bidin û wisa bikar bînin.