Li Aydinê tundiya mêr:Jinek bi giranî hat birîndarkirin

  • 18:18 27 Cotmeh 2026
  • Rojane
AYDIN – Nazîliyê V.D bi çekê êrîşê jina bi navê K.Y kir û bi giranî  birîndar kir.
 
Li navçeya Nazîlî ya Aydinê gumanbar V.D êrîşê jina bi navê K.Y kir û bi giranî birîndar kir. Jina ku rakirin nexweşxaneyê dermankirin wê didome. Gumanbarê ku ji cihê bûyerê reviya, di têketina goristana Egrîboyun de  hewl da întîxar bike û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. 
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.