Jinekê bi awayê gûmanbar jiyana xwe ji dest da

  • 18:47 12 Cotmeh 2026
  • Rojane
 MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, jinek bi navê Naz Aslan di rewşeke gumanbar de mirî hat dîtin.
 
Naz Aslan (40), ku li taxa Çatalozu ya navenda navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dijîya, li mala xwe di rewşeke gumanbar de mirî hat dîtin. Cenazeyê wê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, tê îdiakirin ku ew ber bi xwekuştinê ve hatiye birin.