Tundiya dîjîtal li her derê mezin dibe

  • 09:03 10 Cotmeh 2026
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Civaknas Eylem Kaya balkişand ser tundiya dîjîtal û got gelek caran ev wek tundî nayê dîtin û balkişand ser bandora tundiya dîjîtal a li ser jin û zarokan. Eylem Kaya wiha got: “Mekanîzmayên ku jin li dijî tundiya dîjîtal serî lê bidin hene. Em bi xebatên li Amedê dimeşînin hewl didin tundiya dîjîtal bidin xuyakirin.”
 
Di her qada jiyana teknolojiya dîjîtal de teşeyên tundiyê yên cud li ser jin û zarokan derdikevin pêş. Şopandina bi israr, şandina peyaman, bidestxistina hesaban, tehdîd û şantaj her cureyê tundiyê tê dîtin. Ev teşeyê tundiya ku her diçe zêde dibe tevî vê hê jî baş nayê zanîn.
Civaknas Eylem Kaya der barê mijarê de axivî û got civak tundiya dîjîtal baş nas nake.
 
‘Teknolojî qada nû ya tundiyê ye’
 
Eylem Kaya da zanîn ku tundiya dîjîtal teşeyek tundiya xwe disdpêre zayenda civakî û got: “Me li ser îhtîmala ku em hemû bi vê tundiyê re tên rû hev, xeat dan destpêkirin. Tevî ku encamên cidî yên tundiya dîjîtal hene, gelek caran ev wek tundî nayê dîtin. Bi taybet jî li cihê cuda yên cîhanê tê dîtin ku piranî jin rastî tundiya dîjîtal tên. Lê ji sedî 20 agahiyan didin polîsan û ji sedî 15 pêvajoya hiqûqî didin destpêkirn. Ev jî nîşan dide ku tundiya dîjîtal baş nayê nasîn.”
 
‘Di hedefê de jin û zarok hene’
 
Eylem Kaya got her kes rastî tundiya dîjîtal tê û bi taybet jî jin û zarok di bin rîskê de ne û wiha anî ziman: “Jin, aktîvîst, rojnameger, parlamenter û jinên di çapemeniya civakî de cih digirin zêde dibin hedef. Jin û zarok bi îstîsmar û tundiya dîjîtal re tên rû hev.Tundiyeke ku evqas bandora wê heye wek tundiyeke şênber nayê dîtin. Çima? Jin çima mafên xwe yên li dijî vê tundiyê nizanin, çima mekanîzma pêk nayên? Me wek yekîneya Perwerdehiya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê mezin a Amedê, xebata ‘Pêşîgirtina li tundiya dîjîtal û bikaranîna înterneta bi ewle’ da destpêkirin. Jİ meha hezîranê heta niha me 8 perwerde pêk anîn. Em li gund û navçeyan jî bi şaredarî û midûriyetên jinan re xebatan dimeşînin.”
 
‘Divê wek tundî bê dîtin’
 
Eylem Kaya wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em daneyên pirsên jinan digirin. Em hewld din ku vê tundiyê wek cureya tundiyê  bidin fêmkirin. Divê ev tundî jî wek cureyên din yên tundiyê bên dîtin.Têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê tundiya hatiye kirin, divê bikaranîna bi ewle ya înternetê jî bê dest girtin.Sedema navê xebata me ya ‘pêşîgirtina tundiyê û bikaranîna înterneta bi ewle’ jî ev e.Em tenê tundiya tê kirin naxivin. Em bikaranîna bi ewle ya înternetê jî diaxivin.”
 
‘Jiyana zarokan jî tehdîd dike’
 
Eylem Kaya bal kişand ser tundiya dîjîtal a li ser jiyana zarokan û wiha bi lêv kir: “Tundiya dîjîtal bi desteserkirina hesabên dîjîtal re vediguhere şantaj û tehdîdê.Em gelek caran şîfreyên hêsan bi kar tînin û ev jî dibe sedema bidestxistina hesaban. Ji ber vê jî şantaj, tehdîd derdikevin holê. Zarokên keç ji ber tundiya dîjîtal pir caran întîxar dikin. Me di vê mijarê de bi zarokan re xebat kir. Zekaya çêkirî veguheriye qada nû ya tundiya dîjîtal. Em bi 45 zarokî re hatin gel hev. Zarokan jî heman tişt ji me re ragîhandin. Diyar kirin ku hatine tehdîdkirin û wêneyên wan bi teşeyên cuda hatine bikaranîn. Me li Amedê xwe gîhan 185 jinî. Em çûn Pasûr, Karaz, Pîran, Farqînê û me bi şareariyan xebat meşand.Em navendên Ben û Sen, Yenîkoy û Kuça bi jina re hatin gel hev. Me li Ben û Senê bi zarokan re xebat kir. 30 zarok tevli bûn. Li gundan me bi 15 zarokî re xebat meşand. Jin di vegotina tundiya dîjîtal xwe dur digirin.  Tundiya dîjîtal tenê li ser çapemeniya civakî pêk nayê. Bi lêgerîn^ne telefonê ya ne bi zimanê wan jî tundî tê kirin. tElefon tên kirin û ji bo hinek tiştan erêkirinê dixwazin. Jin bêyî bizanibin çi erê dikin dibêjin ‘erê’. Ev jî ruyê din yê tundiya dîjîtal derdixe holê. Li dijî tundiya dîjîtal mafên me hene. Mekanîzmayên sreî lê bidin hene. Mafên hiqûqî hene.”