Nagîhan Akarsel dê li Rihayê were bibîranîn
- 09:31 3 Cotmeh 2026
- Rojane
RIHA - Kovara Jineolojiyê û MKG dê endama Akademiya Jineolojiyê û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarselê bi bîr bînin.
Rojnameger, endama Akademiya Jineolojiyê û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel di 4'ê Cotmeha 2022'yan de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Ji aliyê kovara Jineolojî û Komeleya Rojnamegeran a Mezopotamyayê ya Jinan (MKG) dê ji bo Nagehan Akarselê di 4'ê Cotmehê de li avahiya MEBYA-DER'ê ya Rihayê ya li navçeya Xelîliyeyê saet di 17.00'an de bernameya bîranînê were lidarxistin.







