'Derfeta aştiya mayînde heye lê divê klîşe biguherin'
- 09:07 3 Cotmeh 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Ayşegul Devecîoglu rola jinan a di a pêvajoya aştiyê de nirxand û got: “Rola jinan a di pêvajoya aştiyê ya niha de gelek girîng e. Di hemû pêvajoyên şer yên cîhanê de jinan rol lîstiye. Yên herî zêde bandor dibin jin û zarok in. Ji ber vê jî jin bêdeng namînin.”
Nivîskar rojnameger Ayşegul Devecîoglu ku yek ji kesên îmze avêt deklerasyona "Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 îmze! diyar kir ku ji bo aştiyek mayînde derfetên girîng hene û got astengiyên herî mezin xitimandinên di ziman û siyasetê de ye.
‘Min bêyî teredut îmze kir’
Ayşegul Devecîoglu balkişand ser armanca banga "Aştî û Komara Demokratîk" ku hatiye îmzekirin û got: “Min jî îmze kir ji ber ez aştiyê û mafê hêviyê girîng dibînim. Ji bo çareseriya pirsgisrêka Kurd destûra bingehîn a ku hemû aliyan dihewîne şerte. Di şertên heyî de tespîskirina demokrasî, destûra bingehîn an jî hiqûqê ne pêkane. Desturek bingehîn ya ku her kesî bihewîne tuneye. Ji ber vê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewce bi guherîna destura bingehîn heye. Ev nikare bê înkarkirin. Min bêyî teredut ev îmze kir.”
‘Heta maf gerdunî pêk neyên aştî ne pêkane’
Ayşegul Devecîoglu anî ziman ku yên îmze avêtine dizanin ku mafên gerdunî yên wekê perwerda bi zimanê dayikê, welatibûna wekhev pêk neyên aştî ne pêkane û wiha dirêjî dayê: “Ji bo aştiyê ev hezar îmzeyên hatine avêtin, îradeya vakirina welatekî demokratîk nîşan dide. Heta kur û hevhatin tunebe aştiya civakî û aştiya mayînde dernakeve holê. Mijarên wekê 12’yê Îlon û valakirina gundan, hîna bi van re nehatine rû hev. Di şerê 50 salî de ne tenê leşker û gerîla, sivîl hatin qetilkirin. Divê bi van re bên rûhev. Divê ji nûve bîra hevpar bê afirandin.”
‘Divê qanûn demildest pêk bê’
Ayşegul Devecîoglu balkişand ser astengiyên li pêş aştiya civakî û wiha anî ziman: “Qanûna çarçoveyî ya ji meclîsê derketiye, pêkanîna wê zehmete. Ji ber pêşniyar dike ku berdana çekan bi kontrola burokrasiya ewlehiya Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) an jî MGK’ê ve bê girêdan. Lê destê me de hebûna qanûnek wisa jî gaveke û divê demildest pêk bê. Ji bilî vê divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin. Li pêş hêzên demokrasî û aliyê çep astengiya fîzîkî heye. Ji ber dewlet bixwe heye. AKP dixwaze li desthilatdariyê bîne. Piştî darbeya 15’ê Tebaxê ji ser civaka sivîl re derbas bûn. Di civaka me de tecrubeyên siyasî û entelektuel ên vê derbas bikin hene lê hîna mixabin ev têr nehatiye derbaskirin. Ji bo civakîbûna aştiyê û rakirina astengiyan divê derfetên qanûnî yên destê me de pêk bên. Divê em ji paşerojê dersan derbixin û aştiya mayînde bihûnin.”
‘Divê gavên demokratîk bên avêtin’
Ayşegul Devecîoglu wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan peyam ji bo konferansa Londonê re şand. Li ser gavên demokratîk sekinî. Ger ku di vî alî de gavên demokratîk neyên avêtin entengrasyona demokratîk jî ne pêkane. Yanî divê hebûna Kurdan tevli hqiûqê bê kirin û mirovên têkoşîna çekdarî tecîhkirin tevli siyasî û jiyanê bibin û ji bo vê jî şert û merc bên avakirin.”
‘Aştî ne tenê bêdengbûna çekane’
Ayşegul Devecîoglu daxuyakirin ku aştî ne tenê bêdenbûna çekande û got bidawîbûna cînayetên jinan, îstîsmara zarokan, dijhiqûqîbûn ji aştiyê cuda nayên dest girtin Divê operasyonên li ser LGBTÎ’yan, li ser mirovan, zilma li ser elewiyan bi dawî bibin. Mirov çekan berdidin û nikarin bên runin; Divê ev mirov tevli jiyana siyasî û jiyanê bibin. Divê ev bikeve bin ewlehiya qanûnî. Qanûna çarçoveyî, komîsyona meclîsê di vî alî de bi nirxe. Bê guman ev ji aliyê dewletê ve nehatiye diyarikirin. Divê têkoşîneke rêxistinkirî û hevpar bê hûnandin.”
Ayşegul Devecîoglu rola jinan a di a pêvajoya aştiyê de jî nirxand û got: “Rola jinan a di pêvajoya aştiyê ya niha de gelek girîng e. Jinan di koferansên 31’ê Cotmeh û 1’ê Mijdarê de ev biser xistin. Bûn tevgera herî mezin a civakî û ligel hev cih girtin. Di vir de rêbaz û uslubeke ku divê her kes fêr bibe heye. Di hemû pêvajoyên şer yên cîhanê de jinan rol lîstiye. Yên herî zêde bandor dibin jin û zarok in. Ji ber vê jî jin bêdeng namînin.”
Ayşegul Devecîoglu di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku astengiya herî mezin a li pêş aştiyê xitimandinên di siyaset û ziman de ye û wiha bidawî kir: “Em bê ziman; bi gotinên klîşe diaxivin. Em hestên amade îfade dikin. Di vir de rola girîng dikeve ser milê hunermend û wêjekaran.”







