Ji bo hişyarkirina penceşêra pêsîrê kampanya
- 14:09 30 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Kurdistanê ji bo jinên Helebceyê bi mebesta testa bêberamber a penceşêra pêsîrê (memikê), kampanyayeke hefteyî ragihand. Ji îro ve jin dikarin serdana Navenda Nexweşiyên Hezimandin û Ceger û Nexweşiyên Pêsîrê bikin.
Yekîtiya Jinên Kurdistanê di rûpela xwe ya fermî ya tora medya dijîtal ya Facebook’ê de, derbarê çalakiyeke hişyarkirina jinan ji penceşêra pêsîrê (memikê) daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi hevkariya Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Helebceyê, ji bo parastin û hişyarkirina jinan, kampanyaya hişyariyê ya penceşêra pêsîrê ragihandiye.
Her wiha hate destnîşankirin ku ev kampanya yek hefteyî ye û ji bo encamdana testa pêşwext a penceşêra pêsîrê ya bê beramber (pere) dê were girtin. Li gel vê yekê jî jin dikarin di wê demê de ji bo encamdana testê serdana Navenda Nexweşiyên Hezimandin (Sîstema Helandinê) û Ceger û Nexweşiyên Pêsîrê bikin.
Hate ragihandin ku ji îro ve jin dikarin serdana navendê bikin û test ji saet 08:30’ê sibehê heta 12:00’ê nîvro tên çêkirin.







