Li Yemenê xetera kolerayê û hilweşîna pergala tenduristiyê

  • 14:09 30 Îlon 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê, ji ber têkçûna pergala tenduristiyê û nebûna paqijiyê, li kampên koçberan xetera belavbûna kolerayê zêde dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyariyeke lezgîn dide.
 
Li Yemenê, ji ber têkçûna giran a pergala tenduristiyê û nebûna paqijiya bingehîn a li kampên koçberên navxweyî, fikarên mirovî yên derbarê karesateke tenduristiyê de zêde dibin. Ev rewş, ligel nebûna mudaxeleyeke lezgîn a navneteweyî, gefê li belavbûna bilez a nexweşiyên epîdemîk û kujer dixwe.
 
Hişyariya WHO û halên gumanbar ên Kolerayê
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) roja Sêşemê ragihand ku wê hişyariyên li ser halên gumanbar ên kolerayê li du kampên koçberên navxweyî yên li Adenê wergirtiye. WHO’yê diyar kir ku Wezareta Tenduristiya Giştî û Nifûsê tîmên bersivdana lezgîn seferber kiriye da ku çavdêriyê bikin.
 
Li gorî WHO’yê, hejmara halên gumanbar ên kolerayê gihîştiye 7 hezar û 784’an. Malbatên ku vê dawiyê ji perava rojava koçber bûne, bi şert û mercên dijwar ên tenduristî û jiyanê re rû bi rû ne ku xetera belavbûna nexweşiyan zêde dikin.
 
Şert û mercên giran ên koçberan û zexta li ser sektorê
 
Rêxistinê bal kişand ser xirabûna rewşa mirovî ya koçberên nû yên ji perava rojava û destnîşan kir ku ji sedî 40’ê wan ji bo ava vexwarinê bi ava rûyê erdê an jî bîrên vekirî ve girêdayî ne. Rêxistinê da zanîn ku her wiha nêzîkî sêyeka wan naghîjin tuwaletên bi ewle û girtî.
 
Rêxistinê ragihand ku herikîna birîndaran ji ber şerê berdewam, barekî giran daye ser milê sektora tenduristiyê û ev agahî dan: “Di encamê de, xizmetên tenduristiyê yên dayîk û zarokan û xizmetên awarte yên zayînê li du nexweşxaneyên li Marib û Ras el-Arayê hatine rawestandin. Ev yek ji ber wê ye ku odeyên emeliyatê û personelên bijîşkî bi dermankirina birîndaran û veguheztina nexweşên mayî yên ji bo navendên alternatîf ên nêzîk re mijûl in.”
 
Kêmbûna tesîsan û xetereya nexweşiyên din
 
Rêxistinê her wiha destnîşan kir ku li bajarên Marib, Taiz, Ed-Dalî û Adenê kêmbûna tesîsan heye. Rêxistinê diyar kir ku berî aloziyên dawî, tenê nêzîkî ji sedî 60’ê tesîsan bi kapasîteya xwe ya tevahî dixebitîn û ev dane niha tên verastkirin.
 
Rêxistinê tekez kir ku koçberî bûye faktoreke bingehîn a zêdebûna hewcedariyên tenduristiyê û da xuyakirin ku koçberî pir caran dubarebûyî û demkurt e. Du ji sê parên malbatên qeydkirî di bin Mekanîzmaya Bersivdana Lezgîn de di nav sînorên bajarên xwe de koçber bûne. Her çiqas deverên pevçûnê yên wek El-Me'afar û Cebel Habaşî yên li Taizê çavkaniyên sereke û armanc in, dîsa jî pevçûn rêyeke duyemîn û dirêjtir jî dişopîne.
 
Rêxistinê ragihand ku kesên ji perava Hudeydayê koçber bûne, li bajarên Aden, Ebyan, Lehc, Hedramût û El-Mehra belav bûne. Her wiha WHO’yê da xuyakirin ku malbatên nû koçkirî bi piranî li cem malbatên mêvandar an jî di kon û stargehên demkî de dimînin. Ev rewş, bi nêzîkbûna demsala El Nino re, şert û mercên guncaw ji bo belavbûna kolerayê, sorik, malarya û tayê dengue diafirîne.