Komîsyona ku Abdullah Ocalan jî di nav de cih bigire diyar bû
- 15:51 17 Îlon 2026
- Rojane
ENQERE - Şewirmendê Serokkomar Mehmet Uçum ragihand ku Abdullah Ocalan dê di Binekomîsyona Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk de cih bigire.
Şêwirmendê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan Mehmet Uçum bi rojnamegerên Federesyona Çapmeniyê ya Tirkiyeyê re civiya. Mehmet Uçum di civînê de derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek mijaran de axivî.
Mehmet Uçum diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di Binekomîsyona Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk de cih bigire û derheqê nîqaşên li ser xaniyê li Girava Îmraliyê hatiye çêkirin de jî ev yek anî ziman: “Xanî giredayî girtîgehê weke uniteyek hatiye çêkirin. Ji bo Abdullah Ocalan bikaribe rola xwe ya di pêvajoyê de baştir bi cih bîne, ev xanî hatiye çêkirin. Pêvajoya bi Ocalan re tê birêvebirin li ser diyalogê ye. Kê rêxistin ava kiribe ew dê fesix bike. Ji bo wê jî çêkirina xanî ne îmtiyazeke, ji bo peywîra xwe baştir bi cih bîne hewcedariyek bû.”
Mehmet Uçum da zanîn ku rapora MGK’ê an di Cotmeh an jî Mijdarê de dê derbikeve û wiha got: “Wisa tê payin rapora MGK’ê dê bigihîje meha Cotmehê. Piştrastkirin li gorî qadê dê pêk were. Helbet di vê mijarê de pêşketin hene ku nirxandin li ser tên kirin. Di destpêkê de binekomîsyon di bin banê koordînasyona Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de hatiye avakirin, dê bi dawîbûna hebûna rêxistinê tespît bike û piştre jî bê ka çek û muhîmat teslîm bûne an nebûne dê bê lêkolînkirin. Deste dê rapora amadekiriyê pêşkeşî MGK’ê bike û MGK’ê jî dê raporê binirxînê û biryar bide. Piştî ku biryar ji aliyê Serokkomar ve di rojnameya fermî de hat ragihandin ji bo endamên PKK’ê pêvajoya serlêdanê ya 6 mehan dê dest pê bike.”







